03:01 23 Îlon 2017
Zindî
    girtîgeh-heps

    Li Girtîgeha Gebzeyê girtiyekê xwe şewitand

    © Foto: Pixabay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 587 0 0

    Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê jina bi navê Zehra Epli ji ber girtina hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş û parlementerên HDPê xwe şewitand. Epli jiyana xwe ji dest da.

    Nûçeya Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA)ragihand, Zehra Epli jina ku ji ber doza PJAKê di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de girtîbû xwe şewitandiye û jiyana xwe ji dest daye.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Epli ji ber ‘polîtîkayên şer ên li ser gelê kurd' û girtina hevserokên HDPê Selahettin Demirtaş û parlementerên HDPê xwe şewitandiye.

    Cenazeyê Epli ji bo otopsiye rakirine Saziya Tipa Edli. Epli ji navçeya Sasonê ya Êlihê ye û dema li Zanîngeha Enqereyê di beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk de dixwend beşdarî PJAKê bibû. Epli piştî ku sê salan li çiyê maye, û beşdarî şer û pevçûnên li nava navçeya Sûrê ya Amedê bûye. Epli li vir hatibû desteserkirin û piştî girtinê ew şandibûn Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.

    Etîketan:
    Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA), Zanîngeha Enqereyê, PJAK, Zehra Epli, Sason, Gebze, Sûr, Êlih, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de