17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    hdp

    Kurdên Kurdistana Îranê: HDP ne bi tenê ye

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Ji aliyê Kurdên Kurdistana Îranê ve li ser medyaya civakî ji bo HDPê kampanyaya piştgiriyê hat destpê kirin.

    Kurdên li Kurdistana Îranê piştî desteserkirin û girtina hevserok û wekîlên HDPê ji bo piştgiriya HDPê dest bi kampanyayekê kir. Kampanyaya ku li ser Twitterê hat destpê kirin, ji aliyê gelek Kurdên Kurdistana Îranê ve rastî eleqeyê hat û li ser wî hesabî ji bo piştgiriya HDPê gelek parvekirin hatin kirin.

    Ji Ûrmiyê heta Mehabadê, ji Seqizê heta Kamyaranê, ji Hewramanê heta Senendecê û Bakurê Xorasanê hema hema ji hemû bajarên Kurdistana Îranê û çend zanîngehên Îranê bi Kurdî, Farisî û Îngilîzî bi dirûşmeya 'HDP ne bi tenê ye' parvekirinên piştgiriyê hatin belav kirin.

    Ji wan hinek parvekirin ji wan ev in:

    ​Di wêneyên vê parvekirina Twitterê ya ku ji bajarê Seqizê hatiye girtin de bi Kurdî "HDP ne bi tenê ye" hatiye nivisîn.

    Wêneyên vê parvekirinê ji Hewramanê hatiye girtin û bi Kurdî û Îngilîzî "HDP ne bi tenê ye" hatiye nivisîn.

    Ev wêneyê vê patvekirinê jî li Senendecê hatiye girtin û tê de hatiye gotin "HDP ne bi tenê ye, Rojhilat piştevanê HDPê ye."

    Her wiha wêneyên vê parvekirinê jî ji Bakurê Xorasanê hatiye girtin û belavkirin parvekarê vê peyamê jî gotiye, "HDP ne bi tenê ye."

    ​Ev jî ji aliyê Kurdekî bajarê Baneyê hatiye parvekirin û di vê parvekirinê de jî "HDP ne bi tenê ye, Rojhilat piştevanê HDPê ye" hatiye nivisîn.

    ​Ev wêne jî wêneyê xwendekarekî Kurd ê li Zanîngeha Tehranê ye û wî jî ji bo HDPê heman peyam daye û gotiye, "HDP ne bi tenê ye."

    ​Di vê wêneyê de jî dikandarekî ji bajarê Kamyaranê piştevaniya xwe ya ji bo HDPê diyar kiriye û bi Farisî gotiye "HDP ne bi tenê ye, Rojhilat piştevanê HDPê ye."

    ​Di wî hesabê medyaya civakî de di derbarê piştgiriya HDPê de belavokek jî hat belav kirin û di wê belavokê de behsa şerê li bajarên Kurdan, desteserkirin û girtina hevşaredarên bajarên Kurdan, wekîl û hevserokên HDPê hat kirin û ew desteserkirin û girtin wek "zextên nijadperest ên dewleta Tirk li dijî Kurdan" hat binav kirin.


    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de