10:19 20 Îlon 2017
Zindî
    Rewşa azadiyê çapemeniyê li Tirkiyeyê

    "Azadiya çapemeniyê û xweseriya dadgeriyê li Tirkiyeyê di rewşeke gelekî xerab de ye"

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2901

    Komîseriya Ewropayê ragihand ku azadiya çapemeniyê û xweseriya dadgeriyê di bi sîwana birêveberiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de ketiye rewşeke gelekî xerab.

    Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê ya almanî ragihand Komîseriya Ewropayê dê roja çarşemê raportekê biweşîne li ser pêşketinên Tirkiyeyê di mijara endambûna Yekîtiya Ewropayê.

    Li gorî nûçeyê, komîseriyê teqez kiriye girtina gelek rojnamevanan û astengkirina gelek çavkaniyên çapemeniyê ji dema hewldana derbeya leşkerî ve û heta niha cihê nîgeraniyê ye û wiha dewam kiriye: "têkçûneke mezin di mijara azadiya rojnamevaniyê de pêk hatiye. Herwiha biryarên qanûnî yên li ser ewlekariya neteweyî û şerê li dijî terorê bi awayekî keyfî û ketober tên sepandin."

    "REJÎMA ERDOGAN FIŞARÊN GIRAN DIKE"

    Herwiha nûçe diyar dike ku çapemeniya Tirkiyeyê di bin fişarên giran de ne ku ji aliyê rejîma Erdogan ve tên sepandin û balê dikişîne ser girtina du gerînendeyên rojnameya Cumhuriyetê ya tirkî li gel 9 rojnamevanên wê jî.

    Ji aliyê din ve, komîserî li ser rewşa dadgeriyê jî radiweste û diyar dike ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temûzê, ji her 5 dadger û dozgeran 1 ji kar hatiye derxistin.

    MERKELÊ JÎ REXNE GIRTIBÛN

    Hêjayî gotinê ye ku rexne li li rejîma Erdogan û siyaseta wî ya astengkar ji aliyê Ewropayê ve zêde dibin ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê roja pêncşemê ragihandibû ku kiryarên desthilata Tirkiyeyê vê dema dawî "cihê nîgeraniyê" ne û teqez kiribû ku ev tişt dê roleke sereke di astengkirina tevlîbûna Tirkiyeyê bo yekîtiya Ewropayê de bilîze.

     

    Bi heman mijarî:

    "Siyaseta Erdogan wê dawiya wî bîne"
    Erdogan: Ewropa mazûbaniyê ji terorê re dike
    Erdogan: Ji min re dîktator mîktator dibêjin, qet ne xema min e
    Erdogan: Ev xwenezanan dixwazin Tirkiyeyê li qada navneteweyî têxin tengasiyê
    Obama ji Erdogan re: YPG dê di operasyona Reqayê de cih bigire
    Erdogan û Bahçelî wê sibê li Koşka Serokomariyê hevdîtinê bikin
    Asli Erdogan: Hikumet dixwaze rastî û dirustiyê yekdestî bike
    Etîketan:
    çapemenî, fişar, Yekîtiya Ewropayê, Angela Merkel, Recep Tayyip Erdogan, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de