04:19 24 Îlon 2017
Zindî
    Zarok TV

    Zarok TV careke din dest bi weşanê dike

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 63820

    Gerînendeya Giştî ya Zarok TVyê Dilek Demiral dibêje ku ew hewl didin heta dawiya vê hefteyê weşana xwe bidin destpêkirin. Li gorî zanyariyên Demiral dide ji wan re tiştekî wisa nehatiye gotin ku divê sedî 40 ên weşanê bi tirkî bin.

    Bi Biryarnameya di Hikmê Yaseyê de (KHK) di 28ê Îlonê de li gel hin televizyon û radyoyên din Zarok TV jî hatibû girtin. Piştî girtina Zarok TVyê gelek kesan hem li Tirkiyê û hem jî li gelek deverên cîhanê bertek nîşanî vê biryarê dabûn. Îro Saziya Bilind a Televizyon û Radyoyê ya Tirkiyê (RTUK) ji rêveberiya Zarok TVyê nivîsek şand û ew agahdar kirin ku dikarin xebata televizyonê careke din bidin destpêkirin.

    'GIRTIN XELETÎ BÛ'

    Gerînendeya Giştî ya Zarok TVyê Dilek Demiral, derbarê vê rewşê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Demiral biryara vekirina Zarok TVyê weke ‘vegera ji xeletiyekê' dinirxîne û dibêje ku ew ê hewl bidin karên fermî biqedînin û di dawiya hefteyê de dest bi weşanê bikin.

    'AGAHIYA SEDÎ 40 BI TIRKÎ NE RAST E'

    Demiral li ser ew îdiayên ku digotin ‘divê ji sedî 40 yê weşanê bi tirkî be' derewand û wiha destnîşan kir: "Tiştekî wisa nîne. Ev ne biryareke wisa ye ku divê ji sedî 40 bi tirkî bin. Ji me re tiştekî wisa nehatiye gotin. Beriya ku em televizyon were girtin, ji bo hemû dezgeyên medyayê RTUKê biryarnameyek hatibû şandin. Ez ne xelet bim di sala 2012an de ev biryar hatiye standin. Me bi endamên RTUKê re nîqaş kiribû. Endamên RTUKê diyar kiribûn ku ne weke ji sedî 40 bi tirkî, lê sedî 40 berhemên xwecihî hebin şîrove kiribûn. Jixwe di nava zimanên ku me destûr standine de, tirkî nîne. Tenê me ji bo kurdî destûr standiye."

    'BERTEKAN YEKÎTIYA KURDAN NÎŞAN DA'

    Demiral ji bo temaşevanên xwe, bi taybetî jî ji bo temaşevanên zarok, spasiyên xwe pêşkêş dike ku piştî biryara girtinê bertek nîşan dane. Demiral balê dikişîne ser bertekên kurdên li her deverên cîhanê û vî tiştî tîne ziman: "Ji niha û şûn ve em ê hewl bidin ku tiştên herî baş pêk bînin. Di vê demê de kurdan li dora Zarok TVyê yekîtiyeke cidî nîşan dan. Em wisa difikirin ku biryar, encama vî tiştî bû. Hemû kurd, fikr û ramanên wan ên siyasî, baweriya wan çi dibe bila bibe, nîşan dan ku Zarok TV ji bo wan nirxeke û di warê çandî de tê çi wateyê. Ev ji bo me piştevaniyeke gelekî mezin bû. Vê hişt em bêhtir hewl bidin da ku ji vê şaşîtiyê vegerin. Em ê bi weşanên bi kalîte û zarok bêhtir jê hez bikin berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Hunermendên kurd li hemberî girtina Zarok TVyê derketin
    Zarokên Kurd li Swêdê girtina Zarok TVyê protesto kirin
    Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
    Etîketan:
    televizyona kurdî, Biryarnameya Di Hikmê Yaseyê de (KHK), Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), Zarok TV, Dilek Demiral, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de