21:10 26 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Awistiyayê Sebastian Kurz

    Wezîrê Derve yê Awistiryayê: Tirkiyeyê xeta sor derbas kir

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 179 0 0

    Wezîrê derve yê Awistiryayê Sebastian Kurz îro duşemê ragihand ku Tirkiyeyê xeta sor ji zû de derbas kiriye.

    Ajansa Nûçeyan a Almanyayê ragihand ku Kurz îro duşemê ragihand, Kurz xwestiye ku Tirkiye bi eşkereyî were şermezarkirin, ji ber hewl dide ku rojnamevan û serokên dijberiyê bigire.

    Herwiha li gorî nûçeyê Kruz wiha gotiye: "Dewleta ku hewl dide rojnamevan û serokên dijberiyê bigire, cihê wê li Yekîtiya Ewropayê tine. Ji bo min ji xwe ji mêj ve hemû xetên sor hatine derbaskirin."

    Ji aliyê din ve, derbarê gotinên Tirkiyeyê yên betalkirina rêkeftina penaberan de jî, wezîrî awistirî wiha got: "Nabe em stûyê xwe li ber şantajê bitewînin. Eger wiha bibe, dê YE neçar bimîne, wek Awistiryayê sînorên xwe biparêze".

    Hêjayî gotinê ye ku 4ê vê mehê, Tirkiyeyê hevserokên HDPê Selahettin Demirtaş û Figen Yuksekdag li gel 7 parlementerên din ên partiyê girtibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin
    Wekîlê AKPê ji bo HDP got: Bersiva ku heq dikin digirin
    HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
    HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
    Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
    HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
    Etîketan:
    girtin, YE, HDP, Sebastian Kurz, Selahettin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Awistirya, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de