09:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME)

    HDPê ji bo girtina parlamenteran DMMEyê agahdar kir

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat ragihandin ku HDPê derheqê girtina hevserok û parlamenterên HDPeyî Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê agahdar kiriye û ji bo serlêdana Dadgeha Destûrî dosyeyan amade dike.

    Hat ragihandin ku HDPê derheqê girtina hevserok û parlamenterên HDPeyî Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê agahdar kiriye û ji bo serlêdana Dadgeha Destûrî dosyeyan amade dike.

    Piştî girtina Hevserok û parlamenterên HDPê Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan û Wekîlê Serokê Grûba Parlamentoyê Idrîs Baluken ji bo xebatên hiqûqî werin meşandin HDPê Komîsyona Hiqûqê ava kir. Endamên komîsyonê ji hiqûqnasan pêk tên.

    Komîsyonê herî pêşî ji bo girtina hevserok û parlamenterên HDPê bi awayekî lezgînî Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) agahdar kir û ji bo serlêdanan amadehiya dosyeyan dike. Herwiha Komîsyona Hiqûqê ji bo îtîraza girtina parlamenteran bike amadehiya dosyeya serlêdana Dadgeha Destûrî dike. Komîsyon herî zêde li ser daxuyaniya Serokwezîr Binali Yildirim û wezîrên ku derheqê girtinan daxuyanî dan axaftinên wan vedikole û dê axaftinên wan jî tevlî dosyeyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rojava jî girtina hevserok û parlamenterên HDPê hat şermezarkirin
    Lîsteya parlamenterên HDPê yên ku hatin girtin û serbest hatin berdan
    Polês mûdaxeleya parlamenterên HDPê û karmendên şaredariya Amedê kir
    3 parlamenterên HDPê rastî lêpirsînê hatin
    Di derbarê parlamenterên HDPê de lêpirsîn
    7 parlamenterên HDPê dê bi darê zorê bibin dadgehê
    Etîketan:
    Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), Girtina parlamenteran, HDP, Komîsyona Hiqûqê, Idrîs Baluken, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de