16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    Xezeba Firatê mezrayek rizgar kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 242 0 0

    Oderya Birêveberina û Kordînasyona Operasyona Xezeba Firatê ragihand ku di çarçoveya operasyon navborî ya rizgarkirina Reqqayê de, hêzên HSDê ku YPGê pêşengiya wan dike, mezrayek rizgar kir.

    Operasyona Xezeba Firatê di roja sisiyan de bi pêşengiya YPGê ket roja xwe ya sisiyan û hêzên di operasyonê de beşdar ji Silûk û Eyn Îsayê ji du aliyan bi pêş ve diçin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, mezraya Cedûiyê ya 10 kîlometre li başûrê rojhilatê Eyn Îsayê ji DAIŞê hat rizgarkirin.

    Ji aliyê din ve, DAIŞê li mezrayê hewldana êrîşeke bi otomobîleke bombebarkirî pêk kir lê ji aliyê şervanên HSDê de hat ruxandin.

    Oderya Kordînasyona Operasyona Xezeba Firatê ragihand ku hêzên HSDê ku YPGê hêze sereke û ya pêşengê tê de, 10 kîlometreyan bi pêş ve çûye û heta niha Wehîd û Um El-Sefa, mezreyên Qirtaca, Wasta, Heran, Cera, Erîqat û Gerzan û benda kontrolê ya gundê Leqtayê hatine rizgarkirin

     

    Bi heman mijarî:

    RT, li derdora Reqqayê dîmênên leşkerên amerîkî girtin
    DYA ji bo operasyona Reqqayê: Em bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
    '30-40 hêz wê beşdarî operasyona Reqqayê bibin'
    DYA: Hevdîtinên me yên li ser rola Tirkiyeyê ya oeprasyona Reqqayê dewam dikin
    Salih Muslim: ‘Wê YPG beşdarî operasyona Reqqayê bibe'
    Heşda Şebî: Em hêvî dikin ku terorîstên DAIŞê ji Reqqayê bên Mûsilê
    Amerîka: Operasyona Reqqayê di nava van hefteyan wê destpê bike
    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    Etîketan:
    Operasyon Xezeba Firatê, Operasyona Reqqayê, HSD, YPG, Erîqat, Gerzan, Cera, Heran, Wasta, Qirtaca, Um El-Sefa, Wehîd, Silûk, Eyn Îsa, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de