04:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Omer Çelik

    Wezîr Çelik: Kî Meclîsê biterikîne xayîn e

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Wezîrê YE û Sermizakerevanê Tirkiyeyê Omer Çelik piştî civîna li gel balyozên YE axivî û got, "Her tim di derbarê Tirkiyeyê axivîn, divê ne siyaseteke saziya Ewropayê be. Daxuyaniyên tên dayîn, ne nêzîkatiyeke rast e."

    Çelik li Enqereyê bi balyozên welatên YE re civiya û helwesta YE ya li hemberî girtina hevserok û wekîlên HDPê rexne kir û got, Her tim di derbarê Tirkiyeyê axivîn, divê ne siyaseteke saziya Ewropayê be. Daxuyaniyên tên dayîn, ne nêzîkatiyeke rast e."

    Xalên derketin pêş ên axaftina Çelik ev in:

    *Kesên bijartî divê berpirsyariyên xwe sabote nekin. Ger ku kesên bijartî li gorî yasayan tev bigerin, dest li wan nayê dayîn.

    *Di derbarê kesên ku neçûn îfadedayînê de miamele hat kirin.

    *Tenê li hemberî partiyekê helwesteke dijminahî tune ye. Em li dijî girtina partiyan in. Divê partî hebin lê tu kes jî bila xebatê terorê neke.

    'KESÊN KU ME REXNE DIKIN, BILA BATASUNA YA SPANYAYÊ BINÊRIN'

    *Kesên ku me rexne dikin, bila li partiya Batasuna ya ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Spanyayê binerin. Ji xeynî parastina dewleta hiqûqê tu armanceke me tune ye.

    *Di bin dijberiya Erdogan de dijberiya Tirkiyeyê derdikeve. Di bin wê de jî Îslamofobya heye.

    *Ger ku yek Meclîsê diterikîne, ew li ser navê rêxistinê îxanetê dengê gel dike.

    *Têkiliya Tirkiye û YE têkiliyeke stratejik e, divê bi ajandeyeke erênî bipêş keve. Her rexnekirina Tirkiyeyê û dijayetiya Tirkiyeyê ne rast e.

    *(Serokwezîra Almanyayê Angela) Merkel dibêje, "Em di derbarê hevdu de neaxivin, em bi hevdu re biaxivin." Divê YE jî her tim di derbarê Tirkiyeyê de neaxive.

    *Birêz (Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude) Juncker behsa gelek pirsgirêkên Ewropayê dike lê tu çareseriyê pêşniyar nake.

    'ME ÇEND CARAN Jİ WE RE GOT?'

    *Birêz (Serokê PE Martin) Schulz, me çend caran ji we re got? Di korîdorên PE de vekirina pêşangeha PKKê tê çi wateyê? We ji bo çi ev şermezar nekir?

    *Li wir koleksiyoneke durûtî heye, bê vîzyoniyek heye. Bila tu kes tiliya xw eli hemberî tu kesî li ba neke, em li dor maseyekê kom bibin. Peyman amin dawiyê ji bo YE ev e.

    'FETO LI CEM NAZIYAN ÇIRAQ E'

    *Rêxistina FETO li cem Naziyan çiraq dimîne.

    *Ketin Cerablûsê, cara pêşîn e sînorên NATOyê ji DAIŞê hat paqijkirin.Hevpeymana 55 dewletî nikarîbû ev yek bikira.

    *Kesên bangewaziya qutkirina mixakereyan dikin, nijadperest in.

    *Biryarên ku YE di derbarê Tirkiyeyê de didin, di heman demê de biryarên ku di derbarê xwe de didine jî.

    *Em li Iraqê Iraqparêz in, li Sûriyeyê jî Sûriyeparêz in.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Tirk Çelik gazî balyozên YE kir
    Mogherini ji bo HDPê telefonê Çelik û Çavuşoglu kir
    Wezîrê YE Çelik: Ger ku hewce bike em ê peymana penaberan betal bikin
    Çelik ne kujerê pîlotê rûsî ye, wî cenazeyê pîlot teslîmî rayedarên tirk kir
    Balyozên YEê yên ku li Enqereyê civiyan derbarê Tirkiyeyê de biryar dan
    Balyozên YEyê li ser desteserkirina HDPiyan civîna awarte lidar dixin
    Etîketan:
    xayîn, meclîs, terikandin, Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyeyê, Midurê Ofîsa Taybet a Serokwezîra Almanyayê, Angela merkel, Jean-Claude Juncker, Omer Çelik, Martin Schulz, Tirkiye, Almanya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de