11:35 21 Îlon 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: "Raporta HRWê êrişa enformasyonî ye"

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov raporta Rêxistina Şopandina Mafên Mirov (HRW) a êrişa dibistana bajarê Idlibê wekî ‘êrişeke enformasyonî' binav kir.

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov raporta Rêxistina Şopandina Mafên Mirov (HRW) a êrişa dibistana bajarê Idlibê wekî ‘êrişeke enformasyonî' binav kir. HRW, di raporta xwe de Rûsya wekî berpirsyarê êrişê nîşan dide.

    Fona Alîkarî ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya xwe ya 27ê Cotmehê de ragihandibû ku di encama êrişa bombebarana dibistana bajarê Idlibê de 22 zarok û 6 mamosta hatin kuştin.

    HRW duhî di derheqê êrişê de raportek weşand û di raportê de hikûmeta Sûriye û Rûsyayê sûcdar kiribû.

    Îgor Konaşenkov ev sûcdariyên HRWê bi zimanekî tund red kir û got: "Ev raporta HRWê ku di navê de cih dane hevpeyvîna 7 kesên şahid û li gorî îfadeyên wan şahidan sûcdariya ‘sûcên şerî' tê kirin, ew jî şêweyekî êrişa enformasyona nû ye."

    Konaşenkov di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku wan dîmênên ku li ser avahiya dibistanê rastî şopên bombebaranî nehatine bi rêya peyke belav kirine.

    Dîplomatê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Herêma ku dibistan lê ye di destê rêxistina Fetih El Şam (El Nûsra) de ye. Dibistaneke sekuler ku di bin desthilatiya rêxistineke wekî El Qaîdeyê de fealiyetê bide meşandin, encex însanê nezan bawer bike û ev tenê kare derewkaran e."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Balafirên şer ên Amerîkayê êrişî dibistanê kirin
    Rûsya: Milîtanan li Helebê êrîş bir ser dibistanê, 3 zarok mirin
    Rûsya: Vîdyoya êrişa hewayî ya li hemberî dibistanê montaje
    Ji 992 hezar zarokên sûrî, tenê 330 hezar diçin dibistanê
    Bi hezaran ciwanen sûriyeyî dev ji dibistanê berdan û çûne cephe
    Etîketan:
    Êrişa dibistana Idlibê, Rêxistina Şopandin a Mafên Mirov (HRW), Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de