11:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Türkiye Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan, Paris'teki COP21 konferansında. (30 Kasım 2015)

    "Siyaseta Erdogan wê dawiya wî bîne"

    © AP Photo/ Francois Mori
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 302560

    Endamê PDKSê Gêlo Îsa diyar kir ku siyaseta şovenîst a Tirkiyê wê tu carî vîna gelê kurd neşkîne û got ku serhildana gelê kurd wê planên hikûmeta Tirkiyê têk bibe.

    Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa îdia kir ku gelê kurd wê li hember van kiryaran têkoşîna xwe bidomîne û got:"Dawiya Erdogan nêzîk bûye."

    Gêlo Îsa bal kişand ku gelê kurd li pêşberî çavên her kesî tê qirkirin û wiha domand:"Hikûmeta Tirkiyê gelê Kurd qir dike û vîna wan ditepisîne. Bi girtina hevşaredar û parlementerên HDPê faşizma xwe kûrtir dike".

    Îsa sedemên van pêkanînên AKPê spart gelêriya Partiya Demokratîk a Gelan û got: "HDP ji hemû pêkhateyên Tirkiyê pêk tê. Tirkiyê vê yekê weke xeteriyekê li ser siyaseta xwe dibîne.

    Ditirse ku gelê Kurd azadiya xwe bidest bixe. Ji ber vê yekê jî dixwaze fişarê li endamên partiyê bike da ku bigire aliyê xwe."

    Gêlo Îsa anî ziman ku gelê kurd li tevahî dunyayê rabuye serhildanê û ev tişt anî ziman:"Her çiqas Tirkiyê li hemberî me siyastên qirêj pêk bîne, wê nikaribe vîn û îsrara me têk bibe. Selaheddîn Demîrtaş duh dabû xuyakirin ku ji bilî gel tu kes nikare me ceza bike."

    Endamê Buroya Siyasî ya PDKS anî ziman ku gelê kurd sînorê tirsê derbas kir û wê li hember siyasetên Tirkiyê bêndeng nemîne û got: "Dawiya Erdogan ne dûr e".

     

     

    Bi heman mijarî:

    PDKS: Şandeya Riyadê dê li ser perçekirina Sûriyê danûstandinê bike
    PDKS: Federalîzm Sûriyeyê perçe nake
    Etîketan:
    erdoğan, PDKS, Tirkiye, AKP, HDP, Gêlo Îsa, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de