11:43 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Artêşa Iraqê li Mûsilê taxa stratejîk bidest xist

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Di çarçoveya operasyona Mûsilê ya ji hêla Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge ve hatibû destpêkirin de, taxa İntisarê ya li rojhilatê bajêr dikeve û strateîk ê ji destê DAIŞê hate derxistin.

    Artêşa Iraqê
    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona Mûsilê de îro, di saetên nîvro de taxa stratejîk a bi navê İntisarê, di encama pevçûnên gûr de ji destê DAIŞê derxist. Artêşa Iraqê 4 roj in hewl dida ku taxê bidest bixe û piştî bidest xist, dest bi paqijkirina mayinan û bombeyan kir.

    Di vê navberê de li taxên Aden û Kerameyê pevçûn berdewam dikin. Duh DAIŞê li herêmên Gorcelil, İntisar û Bazdavayê bi 35 wesayitên bombekirî êrîş bir ser Artêşa Iraqê û artêşê bersiva êrîşan da. Di encama teqandina wesayitan de, 43 sivîl û 6 leşkerên artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 48 DAIŞî hatin kuştin. 3 DAIŞî jî sax hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî xristiyan û asûrî li Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin
    Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
    Sputnik çû wê taxa Mûsilê ku Artêşa Iraqê rizgar kir
    Pisporê rûs: Barzanî dikare Mûsilê bi profesyonelî rizgar bike
    Îdia: Bexdadî li Mûsilê asê bû
    Etîketan:
    operasyon, Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, artêşa iraqê, Kerame, Aden, Bazdava, Gorcelil, İntisar, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de