11:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Sûriyeyê  Beşar Esad

    Esad: Bi midaxeleya Rûsyayê DAIŞ bi her awayî biçûk bû

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad got welatên Rojava ‘ji ber ku tiştên diqewimin nikare bi mirovan bide daxuyandin' li Sûriyeyê hêza xwe wenda dikin. Esad derbirî ku piştî midaxeleya Rûsyayê ya li Sûriyeyê DAIŞ bi her awayî hêza xwe wenda kir.

    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ji bo rojnameya Sunday Timesê aixvî û got, "Ger kum in berê tiştek bigota wê ji min re bigotana tu ji rastiyê qetiyayî. Lê niha rewş cuda ye. Welatên Rojava her ku diçe hêza xwe wenda dike. Tu çavkaniyên wan tune ne ku bi wan tiştên diqewimin ji mirovan re bidin xuya."

    "DAIŞ ji bo pereyan bidest bixe, gava ku peyk û NBHyên (Navgînên Bêmirov ên Hewayî) Amerîkayê çavdêriya wan dikirin, wan neft direvand û qadên neftê yên Iraqê bikar danîn." Esad di dewama axaftina xwe de got, "Lê Rûsyayê midaxele kir û DAIŞ bi her awayî biçûk bû. Bêguman tişta ku cudahî pêk anî hêza wan a agir bû. Yên wan, hêzên ku em ne xwedî ne, hene."

    Ji aliyê din ve Esad diyar kir ku ew rewşa li welatê xwe wek şerekî cîhanê binav dike û got, "Lê ev şerekî cihanê yê li dijî Sûriyeyê ye. Ji be r ku bi dehan welat li hemberî me ne û ew alîkariya pere û lojîstîk didin terorîstan."

    DI DERBARÊ MIN DE GOTINEKE WAN A DIN TUNE YE'

    Esad her wiha got welatên Rojava li dijî wî kampanyeke enformasyonê jî dimeşîne. Esad anî ziman ku, "hewldanên şeytanîkirinê gihiştiye radeya dawiyê. Dibêjin ‘ev dîktatorek e, gelê xwe dikuje, bombeyên bermîl diavêje.' Di derbarê min de de gotineke wan a din tune ye." Esad îdiayên li hemberî sivîlan bikaranîna çekên kimyewî careke din red kir.

    Ji aliyê din ve Esad careke din derbirî ku ew bibiryar in ku milîtanan ji Helebê derînin û got: "Terorîst qismekî Helebê dagir kirine, divê em ji wan xelas bibin."

    ‘EZ DIZANIM VA PIRSA TÊ ÇI WATEYÊ'

    Esad li ser pirsa ‘li Helebê her roj zarok dimirin û hûn jî vê yekê dizanin, gelo hûn radizên an na?' jî got, "Ez dizanim va pirsa tê çi wateyê. Birêkûpêk radizêm. Radizêm, dixebitim, bi awayekî normal xwarinê dixwum û werzîşê dikim."

    Bi heman mijarî:

    Esad: Rûsya naxwaze min bike 'serokê peylestok'
    Esad: "Êrişa plankirî ya Amerîka li Dêra Zorê bi kêrî DAIŞê hat"
    Esad: Kaptan keştiya xwe dibe beravê
    Esad: ‘Ez plan dikim heta sala 2021an li ser peywira xwe bim'
    Etîketan:
    biçûk bûn, midaxele, rojnameya Sunday Times, Serokdewletê Sûriyeyê, DAIŞ, Beşar Esad, Sûriye, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de