10:34 20 Îlon 2017
Zindî
    esad

    Esad: Rûsya naxwaze min bike 'serokê peylestok'

    © REUTERS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokdewletê Sûriyeyê Esad got Rûsya naxwaze dest bide karên navxweyî yên welatî wî û naxwaze wî bike ‘serokekî pêleystok'. Esad diyar kir ku Tirkiye jî di nav ji ber piştgiriya welatên biyanî ya ji bo milîtanan, niha li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî nayê xuya.

    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ji bo rojnameya Sunday Timesê axivî û li ser pirsa "li Sûriyeyê hûn biryarê digirin an Rûsya?" ev tişt gotin: "Bêguman em biryaran digirin. Artêşa Rûsyayê ev 60 sal in li Sûriyeyê ye. Polîtîkayên wê xwe dispêre tu tiştan: exlaq û hiqûqa navneteweyî. Nêrîneke wan hebe jî, dibêjin ‘Ev der welatê we ye, hûn ya hîn baş dizanin.' Hîç dest nadin karên me yên navxweyî. Ji ber ku ji me tiştekî nawxwazin. J ime naxwazin ku em bibin ‘serokê pêleystok'."

    Esad ê ku got, "Rûsya dizane ku ger Sûriye şerê li dijî terorîzmê wenda bike li Ewropayê teror wê bibe desthilatdar û ev jî wê him bandorê li Rûsyayê him jî li hemû cîhanê bike", diyar kir ku armanca midaxeleya Rûsyayê ya li Sûriyeyê ew e ku li Sûriyeyê biserketina terorîstan asteng bike.

    'KESÎ TU TIŞT TEKLÎF NEKIR'

    Ji aliyê din ve Esad diyar kir ku ji ber midaxeleya welatên biyanî yên ku milîtanan kontrol dikin, niha li welatê wî çareseriya siyasî nayê xuya. Esad ev tişt gotin: "Ji bo çareseriya siyasî ez nizanim wê sernav çi bin. Kesî tu tiştek teklîf nekiriye. Gava ku aliyê din heta ku ji aliyê efendiyên xwe yên Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Îngilîstan, Amerîka û Fransayê ve were kontrolkirin, çareseriya siyasî ne xuya ye."

    DI RASTIYA PIRSGIRÊKÊ DE MIDAXELEYA SIÛD, TIRKIYE, ÎNGILÎSTAN, AMERÎKA Û FRANSAYÊ HEYE'

    Ji berk u di rastiya pirsgirêkê de midaxeleya van welatan heye. Ger ku ev were bidawî kirin terorîst wê lawaz bibin, wê biçin an jî wê têk biçin. Tenê piştî vê yekê wek Sûriyeyiyan em ê karibin rûnin û çareseriyê biaxivin.

    ‘NE JI BER KU JI HIKUMETÊ HEZ DIKIN, JI BER KU PIŞTGIRIYA AŞITIYÊ DIKIN'

    Esad her wiha got gelek komên ku li dijî hikumetê ne ji bo ku dixwazin şer biqede, helwestên xwe guherandin. Esad wiha axivî: "Gelek kesên ku li dijî vê hikumetê û pergalê bûn, niha piştgiriyê didin hikumetê. Sedema vê jî ne ku ji hikumetê hez dikin, piştgiriyê didin aşitiyê. Ji ber ku ji şerkirinê westiyan û hêviyên xwe wenda kirin. Herêmên ku milîtan kontrol dikin, dadger tune ne, rêveberên herêmî tune ne, kes sergoyên we kom nakin û bi pirsgirêkên we yên tenduristiyê re têkildar nabin."

    Esad dest nîşan kir ku hikumet ji bo ku ji Sûriyeyiyan re nîşan bide ku girîngiyê dide wan, hêj jî ji bo zarokên li herêmên di bin kontrola DAIŞê de ne, dermanan dişîne.

    Bi heman mijarî:

    Esad: "Êrişa plankirî ya Amerîka li Dêra Zorê bi kêrî DAIŞê hat"
    Esad: Kaptan keştiya xwe dibe beravê
    Şêwirmenda Esad: Em amade ne bi mixalefetê re hevdîtinan bikin
    Di foruma ku Medvedev tevlî bibû de dengê teqînan hat bihîstin
    Medvedev ji bo televîzyona Îsraîlê behsa armancên Rûsyayê yên li Sûriyeyê kir
    Etîketan:
    serokê peylestok, Serokdewletê Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye, Fransa, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de