17:43 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Ev xwenezanan dixwazin Tirkiyeyê li qada navneteweyî têxin tengasiyê

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2901

    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan got, "ev xwenezanên ku di ser parêzbendiyê re meydanê ji Parlamento, dewlet, Milet, dadweriyê daxwazin, heta lê heqaret dikin, dixwazin Tirkiyeyê di qada navneteweyî de têxe tengasiyê."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Uskudarê di vekirina Zanîngeha Zanistiyên Tenduristiyê û Academic Hospitalê de axivî û got, "Ev demeke dirêj e an ji ber bûyereke terorê an jî ji ber geşedanên li têkoşîna dijterorê em derfetê nabînin ku têra xwe bi rojêvên xwe yên din re eleqeder bibin. Ez her tim ji bo vê yekê hevalên xwe hişyar dikim 3u dibêjin vegerin ser karên xwe yên eslî."

    Erdogan wiha axivî:

    * Ez jî wek Serokomar bi qasî derfetên xwe di serî xebatên di çarçoveya hedefa 2023ya de û projeyên mezin, veberhênanên girîng ji nêzîk ve dişopînin û hewl didim ku tevkariyê bikim. Lê hinek mesele hene ku herî kêm bi qasî meseleyên din, girîng in û divê em wan bi rayagiştî re parve bikin. Pêvajoya di derbarê wekîlên piştgiriya PKKê kirin, ku roja berê destpêkir û hîn berdewam dike, mijareke wisa ye.

    * Welatên Rojava ji bo me tu caran xewneke bi xêr nedîtiye. Em ê ji Rojavayeke ku Tirkiye 53 salan li ber deriyê Yekîtiya Ewropayê da sekinandin, çi bipên. Em xwe nexapînin. Em ê navika xwe bi xwe bibirin.

    * Bînin bîra xwe, di 7ê Pûşperê de 80 parlamenter derxistin. Temam, we 80 parlamenter girt, de li parlamentoyê rûnin, karê xwe bikin. Na… Piştî roja ku 80 parlamenter derxistin li Amedê gel dawetê kolanan kirin û bûn sedema mirina 50 kesan. Yên mirin jî Kurd bûn, yên kuştin jî Kurd bûn. Wan ev kirin. Ya rast tiştê ku diqewime gelekî eşkere ye. Parlamentoyê meha gulan a borî bêyî îstisna parêzbendiya hemû parlamenteran rakirin. Yanê ev tenê ne ji bo wan e. Lê niha li zimanê welatên rojava binêrin nirxandinên çawa dikin. Ev çû Dadgeha Destûra Bingehîn û dadgehê jî ev kar hiqûqî dît. Li ser vê yekê tevlî serokên giştî wekîlên ku dosyeyên wan di sefheya dadweriyê de hebûn, çûn dadgehê îfadeyên xwe dan. Lê endamên partiyeke siyasî ji destpêkê ve hewl da ku vê mijarê bike mijara sorkirinê.

    * Ha di bûyerên herî dawiyê de wezîrên Ewropayî hicûmê ser Tirkiyeyê dikin, tên vira û diçin. Diçin serdana partiya malûm dikin. Wê çi bibe yanê, hûn diçin û tên. Hûn ê biryara li vir biguherînin. Li vir hiqûq heye. Gava ku em ji van re tiştekî dibêjin, ew dibêjin, ‘Em dewleteke hiqûqê ne, loma em nikarin midaxeleyê hiqûqê bikin, hiqûq bêalî û serbixwe ye.' E ya te bêalî û serbixwe. Hiqûqa li cem me gigûk e? Ya li cem me jî bêalî û serbixwe ye. Tu çawa rêzgirtinê dixwazî, tu yê wisa jî li hemberî rêzê bigirî.

    Bi heman mijarî:

    Ji Yildirim ji bo HDPê: Dibêjin ku nayên parlamenê, jixwe zêde nadihatin jî
    Girtina wekîlên HDPê li Swêdê hat şermezar kirin
    Li Kurdistanê girtina wekilên HDPê hat şermezar kirin
    Di protestoya HDPê ya li Îzmirê de 9 kes hatin desteserkirin
    Li devê Balyozxaneya Tirkiye ya li Moskovayê mitînga HDPê
    Etîketan:
    xwenezan, tengasî, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de