23:10 20 Îlon 2017
Zindî
    ENKS

    ENKSê bangî Tirkiye û PYDê kir: Girtiyan berdin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Encûmena Niştimanî a Kurdî li Sûriyeyê di daxuyaniyekê de girtina Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş û parlementerên wê şermezar kir û bangî PYDê kir ku girtiyên partiyên wan ên siyasî yên di girtîgehên xweseriyê de berde.

    ENKSê di daxuyaniyekê de girtina HDPyiyan şermezar kir û wiha ragihand: "Ecnûmena me, girtina parlementerên kurd ji aliyê hêzên Tirkiyeyê şermezar dike û bang desthilata Tirkiyeyê dike ku bên berdan û rageşiyê li herêma kurdan kêm bike."

    Herwiha ENKSê teqez kir ku encamên gelekî xerab ji parlemnteran re heye û wiha got: "Girtina parlementerên kurd dê encamên gelekî xerab bîne û dê bandoreke neyênî li pirsa demokrasiyê li Tirkiyeyê û projeya aştiyê ji bo çareserkirina pirsa kurd jî bike, ji ber dê atmosferekê çêdike ku tundûtûjî careke din vegere bajarên Kurdistana Tirkiyeyê."

    "BILA PYD GIRTIYÊN SIYASî BERDE"

    Ji aliyê din ve,daxuyaniyê bangî PYDê kir ta ku hemû siyasetmedar û çalakên siyasî yên ji ber fikirên xwe hatine girtin berde.
    Birêveberiya Xweser a Rojavayê diyar dike ku wan ti kes ji ber fikirên wan ên siyasÎ negirtiye.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Me bi Amerîkayê re lihev kir, PYD dê ji Minbicê vekişe
    Kurtulmuş: Divê PYD bi temamî vegere rojhilatê Firatê
    PYD: "Alaya Amerîkayê nehatiye daxistin û ya Sûriyeyê nehatiye hildan"
    PYD: Rûsya li rêxistinên terorîst dide
    PYD sibe dê kongreya xwe ya Ewropayê li dar xîne
    PYD, li Hollandayê jî nûneriya xwe vedike
    Etîketan:
    girtiyên siyasÎ, girtî, siyasetmedar, HDP, PYD, ENKS, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de