11:26 24 Îlon 2017
Zindî
    Nurettin Canikli

    Ji Canikli daxuyaniya êrîşa li Amedê: Bêguman PKKê kir

    © Foto: AA/ Eyüp Elevülü
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2110

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettin Canikli di derbarê êrîşa bombeyî ya li Amedê de got, "Bi awayekî eşkere tê zanîn ku PKKê ev êrîş kiriye. Di vê yekê de tu guman tune ye. Ji aliyê çavkaniyên nêzikî PKKê ve jî agahiyên bi awayê di kontrola PKKê de hat kirin, belav dibe."

    Cîgirê Serokwezîrê Tirk Nurettin Canikli li ser kanala NTVyê axivî. Canikli li ser nûçeyên li xwe girtina êrîşa li Amedê ji aliyê TAKê ve got, "Delîl û axaftinên ku walîtiya me eşkere kirin hene, Bi awayekî eşkere tê zanîn ku ji aliyê PKKê ve hatiye kirin. Di vê yekê de tu guman tune ye.

    Dibe ku PKKê naxwaze êrîşeke wiha ku dibe bertekeke mezin a civakî bigire ser xwe lê em fêm nakin ku hinek derdor, bi taybetî derdorên navneteweyî ji bo çi di vî warî de pir bidaxwaz in. Ji aliyê çavkaniyên nêzikî PKKê ve jî agahiyên bi awayê di kontrola PKKê de hat kirin, belav dibe. Ev eşkere ye.

    Mixabin wek her demê welatên Rojava jî di vê yekê de ye."

    Bi heman mijarî:

    TAKê berpirsyariya xwe li ser êrîşa Amedê ragihand
    Parêzgarê Amedê dîsa got, DAIŞ nekiriye û derewan dike
    Ziya Pir: "DAIŞê êrişa Amedê li hemberî HDPeyî yan pêk anî"
    DAIŞê êrîşa Amedê girt ser xwe
    Nasnameya 7 miriyên teqîna Amedê eşkere bû
    Etîketan:
    bêguman, êrîş, NTV, PKK, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Nurettin Canikli, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de