08:10 24 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)

    HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12410

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPGê pêşengiya wê dike ragihand ku operasyona rizgarkirina Reqqayê ji DAIŞê dest pê kiriye û wan navê wê operasyonê kir, "Operasyona Xezeba Reqqayê".

    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê hemleya (Xezeba Firatê) ya rizgarkirina Reqayê DAIŞê ragihand.

    Daxuyanî li derdora bajarokê Eyn Îsayê ku dikeve bakur Reqqayê, ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyên Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Ehmedê ve bi zimanê erebî hat xwendin.

    Li gorî daxuyaniyê operasyonê duh bi şevê dest pê kiriye û navê Xezeba Firatê li wê odeya ku dê kordînasyonê di navbera hêzên beşdar de pêk bînin hat kirin.

    "YPGÊ DÊ BI AWAYEKÎ AKTÎV BEŞDAR BE"

    Herwiha hat teqezkirin ku YPG û YPJê dê bi awayekî çalak di operasyonê de beşdar bin û wiha hat gotin: "Wê Reqqa bi saya şervan û hêzên xwe ku ji kurd, ereb û turkmenan pêk tên, qehremanên di bin sîwana HSDê de, bi beşdarbûneke aktîv ji YPG/YPJê û bi awayekî kordîneyî  bi Koalisyona Navnetewî, rizgar bibe."

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    Fîlozofê fransizî:'Reqqa jî di nav de wê dewlete kurdî ava bibe'
    Riya stratejîk a Reqqa-Kantona Cizîrê ket destê hêzên kurd
    Eniya Siwar El-Reqqa jî beşdarî MSDê bû
    REQQA - VİDYO - Jetên Rûsî li paytextê DAIŞê dan
    Etîketan:
    Operasyona Xezeba Firatê, DAIŞ, YPJ, YPG, HSD, Cîhan Ehmed, Rojava, Sûriye, Reqqa, Eyn Îsa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de