21:16 26 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê YEyê yê Tirkiyê Omer Çelik

    Wezîrê Tirk Çelik gazî balyozên YE kir

    AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Piştî ku hevserok û wekîlên HDPê hatin desteserkirin têkiliyên Tirkiye yên li gel Ewropayê sist bûn û li ser vê yekê Wezîrê YE yê Tirkiyeyê Omer Çelik balyozên Ye gazî civînê kirin.

    Wezîrê YE û Sermizakerevanê Tirkiyeyê Omer Çelik wê sibe li Enqereyê bi Balyozên YE re bicive.

    Di daxuyaniya niviskî ya wê wezaretê de hat diyar kirin ku Wezîr Çelik balyozên YE gazî civînê kiriye. Civîn wê bi awayê taştêxwarinê were lidarxistin û Wezîrê Tirk Çelik di civînê de wê li ser geşedanên ku vê dawiyê li Tirkiyeyê qewimîn, agahiyan bide balyozên Ye.

    Piştî ku hevserok û wekîlên HDPê roja îniyê hatibûn desteserkirin û girtin balyozên welatên YE li Enqereyê civîneke awarte lidarxistibûn. Di civînê de biryar hatibû girtin, da ku her welat cuda cuda daxuyaniyê bide.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Tirk di derbarê PKKê de hişyarî da YE
    YE: Em xwedî fikarên kûr in
    Balyozên YEê yên ku li Enqereyê civiyan derbarê Tirkiyeyê de biryar dan
    Balyozên YEyê li ser desteserkirina HDPiyan civîna awarte lidar dixin
    Etîketan:
    civîn, gazîkirin, Balyozên YEyê, YE, HDP, Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyeyê, Omer Çelik, Ewropa, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de