11:29 24 Îlon 2017
Zindî
    HDP Sözcüsü Ayhan Bilgen

    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)Ayhan Bilgen ragihand ku wan biryar daye, xebatên xwe yên qanûndanînê rawestînin û wiha got: "Em ê her rojê bi gelê xwe re bin".

    Piştî ku hevserokên HDPê û 7 parlementerên wê hatin girtin bi du rojan, Koma Parlementoyê ya HDPê civînek li Amedê li dar xist û piştî wê biryarên xwe ji raya giştî re ragihandin.

    Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen wiha axivî: "Piştî gotûbêjên ku me koma xwe ya parlementoyê û encûmena gotûbêjan de, li himberî vê êrîşa herî tarî û berfireh ya di dîroka me ya siyasî de, me biryar da ku em xebatên xwe yên qanûndayînê rawestînin û careke din bi gelê xwe re bin. Di rojên pêş de, em ê mal bi mal, parêzgeh bi parêzgeh û navçe bi navçe bigerin û li gazindên gelê xwe guhdarî bikin û li pêşniyarên wan guhdarî bikin. Em ê gotûbêjan bi saziyên civakî yên sivîl, yekîneyên pîşesazî û komên olî re bikin û li pêşniyarên wan guhdarî bikin. Em ê wan pêşniyaran binirxînin û encaman ji raya giştî re ragihînin."

    Herwiha Bilgen bersiva pirsyaran wiha da:

    -Mebesta we bi gotina "me xebatên xwe yên qanûndanînê rawestandin" çi ye?

    Di vê rewşa ku Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve tê kişandin û faşîzim lê zêde bûye, rewş qet rê nade ku em bikarin ti gotûbêja teknîkî pêk bînin. Gelê me, dê ji bo emandeta daye me biryarê bide. Me bi eşkereyî diyar kir ku em ê beşdarî komisyon û civînên vekirî nebin.

    -Gelo ti hevserok dê bi wekaletî bên tayînkirin?

    Em van hemûyan di rojên pêş de bi gelê xwe re gotûbêj bikin. Gelo ti wateya organa qanûndayînê li vî welatî heye? wateya gotûbêjên teknîkî heye? Gel dê biryara vê bide. Em ê bi wan re biryarê bidin bê em ê li kû bin û biçin kû. Tirkiye li ber guherîneke mezin e. Di şûna em bi van hûrgiliyên biçûk dakevin, em dixwazin gotûbêjan li ser wê yekê bikin bê ev biryar ji bo Tirkiyeyê û dinyayê çi dibêje.Me daxuyaniyeke zelal da û em ê tiştên wê pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
    Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin desteserkirin
    HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
    Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
    HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
    Akademîsyenên ji kar hatibûn avêtin serdana HDP û CHPê kirin
    HDP bo akademîsyen û mamosteyan name şand saziyên navneteweyî
    HDP nexşerêya xwe diyar dike
    Etîketan:
    girtina HDPyiyan, HDP, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de