21:45 25 Îlon 2017
Zindî
    Teqînek li Bexdayê

    Li Bexdayê teqîn: 25 kuştî û 75 birîndar

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 172 0 0

    Çavakniyeke ewlekariyê ji Spûtnîkê re ragihand ku sê teqîn li bakurê Bexdayê çêbûne û di encamên de bi dehan iraqî û îranî hatine kuştin û birîndar bûne.

    Êrîşeke bi otomobîleke bombebarkirî li xaleke kontrolê bi navê "Seyteret el-Enwa" li navenda Selahedînê li Tikrîtê pêk hat ku di encamê de 7 kes hatin kuştin û nêzîkî 15 kesî birîndar bûn.

    Heman çavkaniyê diyar kir ku teqîn li nêzîkî newalekê pêk hatiye û hêzên ewlekariyê hîn li termên kuştiyan digerin.

    Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê îro ji peyamnêrê me re ragihand ku li otogarekê navçeya Samirayê du teqîn pêk hatine û di encamê de 18 kes hatine kuştin û nêzîk 60 kesî jî birîndar bûne ku di nav wan de geştyarên îranî jî hebûn.

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku ihtimal heye hejmara qurbaniyan zêdetir bibe û niha hêzên ewlekariyê Û yên hawarçûnê niha birîndaran radikin nexweşxaneyên Tîkrîtê.

    Heman çavkaniyê diyar kir ku qedexeya çûn û hatinê li herdû herêman hat ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Em hevkarê stratejîk ê Şîayên Bexdayê ne
    Barzanî: "Piştî Mûsilê emê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên serxwebûnê bikin"
    Izvestiya: Moskova wê zanyariyên DAIŞiyên li derdora Mûsilê bide Bexdayê
    Li Bexdayê li hemberî Tirkiyê xwepêşandan hate lidar xistin
    Çavuşoglu: "Vê hefteyê ji Bexdayê heyetek tê Tirkiyeyê"
    Barzanî: Me û Bexdayê rêkeftinek li ser hêrmên nelihevkirî heye
    Li Bexdayê teqîn: 10 kuştî, 25 birîndar
    Etîketan:
    êrîş, kuştî, birîndar, Samira, Tîkrît, Selahedîn, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de