21:09 26 Îlon 2017
Zindî
    Teqin - Amed - li Amedê teqîn

    Parêzgarê Amedê dîsa got, DAIŞ nekiriye û derewan dike

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3901

    Parêzgarê Amedê Aksoy ji bo teqîna ku duh na pêr li navçeya navendê Baglarê ya Amedê pêk hatibû got ku ne DAIŞê ew kiriye lê PKKê ew çalakî li dar xistiye.

    Parêzgarê Amedê Huseyin Aksoy li gel qeyûmê ku bi biryarnameya hikûmî hatiye ser şaredariya Amedê Cumali Atilla û Parlementerê AKPê yê Amedê Ebubebir Bal çûn cihê bûyerê.

    Herwiha parêzgar çû cihê avahiya ewlehiyê û li wê derê jî lêkolînên xwe kirin.

    Aksoy diyar kir ku wan 22 tîmên ji hev cihê çêkirine ta ku ziyana pişrtî teqînê tesbît bikin.

    Ji aliyê din ve, parêzgarî bi bîr anî ku ajanseke navdewletî hatiye ragihandin ku DAIŞê ev çalakî pêk aniye û wiha pê de çû: "Ev êrîş ji aliyê rêxistina cudaxwaz a terorê ve hatiye kirin. Bi piranî welatiyên me yên sivîl bûne armanc. Li vê derê bi piranî sivîl dijîn û cihê sivîlan e. Ji aliyê rêxistina terorê ve wek xaleke çalakiyê hatiye hilbijartin. Tesbîtêb me wek daxuyaniya me ew bû ku rêxistina terorê ew kiriye. Nirxandin û tesbîtên nû derketin ku vê daxuyaniya me piştrast dikin.

    Bi heman mijarî:

    Ziya Pir: "DAIŞê êrişa Amedê li hemberî HDPeyî yan pêk anî"
    Nasnameya 7 miriyên teqîna Amedê eşkere bû
    DAIŞê êrîşa Amedê girt ser xwe
    Dîmenên teqîna li Amedê
    "DAIŞê bi ya Bexdadî kir û êrîşa Amedê pêk anî"
    Etîketan:
    teqîna Amedê, PKK, DAIŞ, Ebubebir Bal, Cumali Atilla, Huseyin Aksoy, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de