09:45 21 Îlon 2017
Zindî
    Partiyên Kurdistanî

    Partiyên Kurdistanî li dijî girtina HDPyiyan derketin

    © Foto: PAK navend
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Partiyên kurdan li Tirkiyeyê li hemberî girtina Hevserokê HDPê selahettin Demîrtaş û parlamenteran nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev operasyoneke siyasî ye û nayê qebûlkirin.

    Piştî ku Hevserok û parlementerên HDPê hatin girtin, partiyên kurdan li dewleta Tirkiyeyê diyar kir ku ev operasyoneke siyasî ye û nayê qebûlkirin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, girtina hevserokên HDPê Selahettin Demirtaş, Figen Yuksekdag û parlamenterên din ên HDPê di nava partiyên kurdan de rastî nerazîbûnê hat.

    "93 DUBARE DIBE"

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) girtina hevserokên HDPê weke operasyoneke siyasî dinirxîne û bi bîr dixe ku di 1994an de jî li dijî parlamenterên DEPê yên kurd heman operasyon pêk hatibû.

    PAK teqez dike ku ev operasyon zirarê didin qada siyasî.

    Herwiha Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk wiha got: "EV tabloya ku duh pêr ji bo rêzdar Selahettin Demîrtaş û parlamenteran li ber çavan bû, di 93an de jî li hemberî parlamenterên DEPê çêbû. Ew parlamenterên DEPê hatin zindankirin. Piştre çi çêbû. Ew derketin, hemû bûn parlamenter û şaredar. Dewlet tirk di riya xelet de ye."

    Ji aliyê din ve, PDK Bakur jî dide zanîn ku girtina parlamenterên HDPê li dijî demokrasiyê ye û ev yek dê destê aliyên ku tundiyê diparêzin xurtir bike.

    Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak jî wiha got: "Girtina hevserokên HDPê û parlamenteran ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku ew hatine hilbijartin û meşrûiyeteke wan heye."

    "PSK BANGÎ HIKÛMETÊ KIR"
    Li gorî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî dibêjin îro HDP lê sibê dibe ku dor bê partiyên li derveyî HDPê jî. Ew bang li hikûmetê dikin ku di şûna kûrkirina krîzê de siyaseteke maqûl bimeşînin.

    Alîkarê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî wiha axivî: "Dikare roj were dora me jî lê em dizanin ku ev ne çareserî ye. Ev ji bo Tirkiyeyê jî xeter e. Bi rastî ger rojekî Tirkiye rastê xetereyeke mezin bê û belavbûnê bê, ew sebeba wî AKP bixwe ye ne partiyên Kurdistanê ne."

    Li gorî piraniya partiyên li derveyî HDPê yên, heta PKK çekan bêdeng neke û dewlet jî polîtîkaya înkara kurdan bidomîne dê pêşiya siyasetê venebe û ev yek dê herî zêde zirarê bide xelkê.

     

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê AKPê ji bo HDP got: Bersiva ku heq dikin digirin
    HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
    Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin desteserkirin
    HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
    Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
    HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
    Etîketan:
    girtina HDPyiyan, Bayram Bozyel, Sertaç Bucak, Figen Yuksekdag, Selahatin Demirtaş, Mustafa Ozçelik, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de