04:49 19 Çile 2018
Zindî
    Omer Çelik

    Wezîrê Tirk di derbarê PKKê de hişyarî da YE

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê YE Omer Çelik bi Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YE Federica Mogherini re hevdîtin pêk anî û got em hêvî dikin ku YE nebe aletê propagandaya PKKê.

    Wezîrê YE Omer Çelik bi riya telefonê bi Nûnera Bilind A Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YE Federica Mogherini hevdîtin pêk anî. Omer Çelik her wiha li Wezareta YE bi Balyozê Slovakya yê li Tirkiyeyê re hat cem hevdu.

    Wezîr Çelik mijara desteserkirin û girtina wekîlên HDPê bi mixatabên xwe re parve kir û diyar kir ku rêzgirtina li hemberî kesên bi îradeya gel hatine hilbijartin bingeha demokrasiyê ye lê "kesên piştgiriya terorê, tundî û çalakiyên çekdarî bikin, bi zirxê hilbijartinê nikare pergala dadweriyê nasneke û her cure nehiqûqiyê bike."

    'EM DIXWAZIN DIYALOGEKE XURT Û ERÊNÎ HEBE'

    Çelik derbirî ku ew dixwazin di qadên nirxên hevpar ên wekî dewleta hiqûqê, demokrasî û mafên mirovan de Tirkiye û YE di nava piştgirî û piştevaniyeke xurt de bin û ew dixwazin di van qadan de her tim bi YE re xwedî dîyalogeke xurt û erênî be.

    Omer Çelik got wekîlên HDPê ji bo îfadedayinê 3 caran hatin dawet kirin lê ew neçûn dozgeriyê, li gel vê yekê hemû wekîlên din ên ku parêzbendiya wan hatin rakirin, çûn îfadeyên xwe dan lê tenê HDP neçû û xwest vê mijarê veguherîne propagandaya PKKê û daxuyaniyên YE jî ji bo vê armancê bikar tînin.

    'DIVÊ BI HEVSENGÎ BERTEK WERIN DAYÎN'

    Wezîr Çelik anî ziman ku li Ewropayê hinek derdorên ku dengê xwe bilind dikirin piştî hewldana derbe ya 15ê Tîrmehê dengê nizm kirine û got ev jî di rayagiştî ya Tirkiyeyê de dibe sedema pirsên cidî.

    Çelik herwiha balkişand ser biryara Belçîka ya di derbarê şexs û saziyên nêzîkê PKKê de û derbirî ku ew ji vê biryarê gelekî aciz in.

    Omer Çelik da zanîn ku di derbarê pêşketinan de ew ê bi YE re di nava têkiliyê de bin û ji bo ku YE pêşketinên li welatê wan rast fêm bik û bertekên hensevgî bide wê riyên diyalogê jî vekirîbin.

    Bi heman mijarî:

    Danîmarkayê ji bo HDPê gazî Balyozê Tirkiyeyê kir
    Lîsteya parlamenterên HDPê yên ku hatin girtin û serbest hatin berdan
    Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
    Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin
    YNK: AKP dijminatiya HDPê dike
    Etîketan:
    hişyarî, PKK, Wezîrê Yekitiya Ewropayê, Nûnera Bilind a Ewlehî û Polîtîka Têkiliyên Derve ya Ewropayê, HDP, Omer Çelik, Federica Mogherini, Belçîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de