08:48 26 Gulan 2018
YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

Balyozên YEê yên ku li Enqereyê civiyan derbarê Tirkiyeyê de biryar dan

© REUTERS / Murad Sezer/File Photo
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Piştî operasyona siyasî ya li hemberî HDPê balyozên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li Enqereyê civînek awerte li dar xistin. Hate ragihandin ku di civînê de biyara 28 welatên endam derbarê girtinan de ku daxuyaniyên cuda bidin.

Li gorî zanyariyan, Nûnera Bilind yê Polîtîkayên Parastinê û Karên Derveyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini piştî desteser kirinên parlamenterên HDPê li Serokê Delegasyona YEê Christian Berger geriya ye.

Mogherini ji Berger daxwaza ku bi balyozên endamên YEê re civînek li dar bixe. Herwiha Mogherini jî bi riya vîdyo konferansê beşdarî civîna ku di bin serokatiya Berger de hat kirin, bûye.

Li gorî ragihandina T24ê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, dê welatên endamên YEê gazî balyozxaneyên tirk bikin.

Hate diyarkirin ku di civînê de di rojên dawî de mijarên operasyona li hemberî rojnameya Cumhuriyetê, cezayê darve kirinê û serokatiyê jî hatine nirxandin.

Bi heman mijarî:

Danîmarkayê ji bo HDPê gazî Balyozê Tirkiyeyê kir
"Ji bo çareseriya siyasî û sivîl hêvî û omidî neman"
Rojeva Rojê bi Spûtnîk Kurdistanê re
Demirtaş peyameke niviskî da
Etîketan:
girtin, parlamenter, balyoz, civîn, Malpera T24ê, Christian Berger, Federica Mogherini, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de