13:00 22 Çile 2018
Zindî
    Rojnameya Cumhuriyetê

    Di lêpirsîna Cumhuriyetê de ji bo 8 kesan daxwaza girtinê

    © AFP 2018/ Adem Altan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kesên ku di çarçoveya lêpirsîn a ku bi îdiaya ‘li ser navê PKK/KCK û FETO/PDYê sûc kirin’ li hemberî rojnameya Cumhuriyetê hat destpê kirin de hatibûn desteserkirin, tevlî Kadrî Gursel 8 kes ‘li beramberî ne endamên rêxistinê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine’ bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin.

    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de Guray Tekin Oz, Ahmet Kadri Gursel, Haci Musa Kart, Mustafa Kemal Gungor, Turhan Gunay, Hakan Karasinir, Onder Çelik û Bulent Utku yên ku li dozgeriyê îfadeya wan hatin girtin, birin Dadgeha Çaglayan a Stenbolê. Dozgeriya ku lêpirsînê dimeşîne ji bo 8 gumanbaran ‘li beramberî ne endamên rêxistinê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine' bi daxwaza girtinê sewqê dadgeha nobedar kirin.

    Miameleyên gumanbarên din Gerînendeyê Giştî Murat Sabuncu, nivîskar Aydin Engin û Hikmet Çetinkaya jî li dozgeriyeê berdewam dikin.

    OZALTAY Û YENER SERBEST HATIN BERDAN

    Midurê Mihasebeyê Gunseli Ozaltay û Midurê berê yê Mihasebeyê Bulent Yener ên ku hatibû desteserkirin,ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatin berdan.

    ENGÎN Û ÇETÎNKAYA BI ŞERTÊ EDLÎ SERBEST HATIN BERDAN

    Nivîskar Aydin Engîn û Hikmet Çetînkaya yên ku sewqê dadgehê hatibûn kirin, di saetên derengiya şevê de bi şertê edlî û qedexekirina derveyî welêt serbest hatin berdan.

    Bi heman mijarî:

    Ji Bozdag daxuyaniya Cumhuriyetê: "Lêpirsîna Cumhuriyetê bêtalihî bû"
    Jagland: "Piştî operasyona Cumhuriyetê dibe gelek doz derheqê Tirkiyeyê de vebin"
    Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
    Etîketan:
    sewqkirin, daxwaza girtinê, serbestberdan, lêpirsîn, dadgeh, Gerînendeyê rojnameya Cumhuriyetê, Rojnameya Cumhuriyetê, Murat Sabuncu, Hikmet Çetinkaya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de