03:14 26 Gulan 2018
polîs, cihê bûyerê

'Cîgira serokê AKPyî hat kuştin'

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Li Sakaryayê Cîgira Serokê Navçeya Kocaalî ya AKPê Burçin Ongoren bi demançeyê hat kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Cîgira Serokê Navçeya Kocaalî ya AKPê Burçin Ongoren berê li cihê bazarê bi kesekî bi navê A.İ. re ketibû nîqaşê û îro li taxa Gumuşolukê rastî wî şexsî hat. Di dema lihevrasthatinê de di navbera Burçin Ogoren û A.İ. de nîqaş derket û li ser mezinbûna nîqaşê A.İ. bi demançeya xwe 4 gule bi Ongorenê reşand.

Ongoren a ku bi giranî birîndar bû, li ser agahdarkirina kesên li derdorê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Kocaaliyê. Ongoren li nexweşxaneyê li beramberî hemû midaxleyan nehat filitandin û kesê bi navê A. İ. jî ji holê wenda bû.

Cendirmeyên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, ji bo girtina êrîşkar dest bi xebatên girtinê kirin.

Bi heman mijarî:

Li Wanê Cîgirê Serokê AKPê hat kuştin
Ahmet Budakê namzedê AKPê li Şemzînanê hat kuştin
Etîketan:
kuştin, demançe, Cîgira Serokê Navçeya Kocaalî ya AKPê, Burçin Ongoren, Navçeya Kocaaliyê, Sakarya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de