17:41 20 Çile 2018
Zindî
    êrîşa polîsan li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

    "Ji bo çareseriya siyasî û sivîl hêvî û omidî neman"

    © Foto: Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 0 0

    Nivîskar, akademîsyen û aktîvistên kurdan diyar dikin ku piştî girtinên hevserok û parlementerên HDPê, di meseleya kurdan de ji bo çareseriya siyasî û sivîl hêvî û omidî nemane.

    Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 12 parlementerên HDPê bi şev hatin desteserkirin. Ji wan 12 parlementeran hevserokên partiyê jî di nav de 8 parlementer hatin girtin, 3 jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Di kêliya ev hevok tê nivîsîn de hêj diyar nebûye ku dê rewşa parlementerê HDPê yê Colemergê Abdullah Zeydan çi be.

    Piştî desteserkirinên duh şev, bi destê sibê re li pêşiya Midûriyeta Hêzên Çewîk û Polêsên Tekoşîna Dijterorê ya Amedê wesayiteke bombebarkirî hat teqandin. Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk, di encama teqînê de 2 jê polîs 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk ragihand ku PKK bombe teqandiye, lê ji aliyê PKKê ve li ser vê teqînê heta niha jî tiştek nehatiye gotin.

    Li Tirkiyeyê û li bajarên kurdan atmosfer ji bo kurdan ber bi kû ve diçe? Li hêlekê desteserkirin û girtina şaredar û siyasetmedarên kurd, li hêlekê bi wesayitên bombebarkirî teqîn. Hêvî û omidî ji bo çareseriya meseleya kurdan hîn jî hene yan hêvî û omdî êdî giş çilmîsîne? Sputnik Kurdistanê pirsî, Serokê MAZLUMDERê yê Şaxa Amedê Ali İhsan Gultekin, ji Zanîngeha Yildirim Beyazitê Prof. Dr. Bilal Sambur, nivîskar-parêzer Cihan Ulsen û nivîskar Aziz Yagan ji Sputnik Kurdistanê re bersivandin.

    Serokê MAZLÛMDER ê Şaxa Amedê Ali Ihsan Gultekin
    © Foto: Omer Faruk Baran
    Serokê MAZLÛMDER ê Şaxa Amedê Ali Ihsan Gultekin

    "PIŞTÎ GIRTINÊN ÎRO HÊVIYÊN MIN NEMAN"

    Serokê MAZLUMDERê yê Şaxa Amedê Ali İhsan Gultekin diyar dike ku ew tiştên ku wan di salên 90î de temaşe kirine, bi van desteserkirin û girtinên vê dawiyê îro ji nû ve temaşe dikin. Gultekin dibêje: "Ji salên berê diyar e ku bi vî awayî, bi girtin û desteserkirinan ew mesele çareser nabe. Divê dewlet qada siyasetê vekirî bihêle, ew qada ji bo diyalogê pir girîng e. Bi van desteserkirin û girtinên duh û îro, hêviyên min ji bo pêvajoya çareseriyê neman. Ew îqtidara ku şaredar û parlementerên ku gel hilbijartiye digire, sibê dikare hemû nûnerên saziyên sivîl jî bigire.''

    "NE ÇARESERKIRIN Û NEÇARESERKIRIN"

    Nivîskar Aziz Yagan bi bîr dixe ku a girîng aştî û aramiya civaka kurd e û ji bo aştî û aramiyê civak li benda gavên eşkere ye. Yagan dibêje: "Di vê heyamê de civaka me nîşan da ku ew ne terefê ti kesî ye. Partî, rewşenbîr û akademîsyenên kurdan divê li ser ew tiştên diqewimin bi awayekî eşkere nîqaşan bikin û gavan biavêjin. Îro mesele ne çareserkirin û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e, mesele parastina jiyana Kurdan e. Mesele sekinandina koçberiya Kurdan e û têkçûna baweriya Kurdan e. Civaka me divê bedela şikestinên li Rojhilata Navîn nede, ji ber ku di van şikestinan de ti sûc û tesîra civaka me tunebû.''

    "MEKANIZMAYA ÇARESERIYÊ HILWEŞIYAYE"

    Prof. Dr. Bilal Sambûr
    © Foto: Omer Faruk Baran
    Prof. Dr. Bilal Sambûr

    Ji Zanîngeha Yildirim Beyazitê Prof. Dr. Bilal Sambur destnîşan dike ku bi girtinên vê dawiyê re êdî li Tirkiyeyê mekanîzmaya çareseriyê hilweşiyaye. Sambur dibêje: "Piştî ku di 15ê Tîrmehê de hewldana derbeyê çêbû Tirkiye ket demeke nû. Di vê dema nû de li Sûriyeyê û Iraqê di şaxa leşkerî de ciyê xwe çêdike. Li Tirkiyeyê jî dibêjin ‘kokteyla terorê' heye. Li gorî dewletê di nav vê kokteylê de PKK, DAIŞ, FETO, HDP, DBP hene û giş yek in. Bi vê yekê re em dikarin bibêjin Tirkiye êdî pirsgirêka kurd wek pirsgirekeke herêmî û siyasî nabîne êdî. Vê pirsgirêke wek pirsgirekeke terorî dibîne û dixwaze bi şaxa leşkerî ve çareser bike. Li gorî min di rojên pêş me de wê operasyon zehf zêdetir bibin, belkî dozan vekin û DPBê û HDPê jî bigirin. Em dikarin bibêjin çareseriya pirgirêka kurdan li Tirkiyeyê miriye.''

    "HER TIŞT DÊ HÎN XERABTIR BIBE"

    Nivîskar-parêzer Cihan Ulsen jî diyar dike ku piştî desteserkirinên duh û teqîna îro di kesekî de ji bo aşti û aramiyê aqlek nemaye. Ulsen dibêje: "Ew îmkana ku gelek kesan ji zû de ve pê bawer dikir têk çû. Gava îmkan tune be jixwe hêvî jî tune. Herkes bi ser meseleyê de diçe, lê ez ne alîgirê vê yekê me. Divê em herkes gavekî bi paşde biavêjin. Bi şiklê din em ne dikarin xwe bibînin ne jî dikarin bibînin ku me çi kiriye. Her tişt dê hîn xerabtir bibe, ez nizanim dê ji vê xerabtir çi biqewime lê hêviyên min ji bo tiştên baş û xweş neman."

    Bi heman mijarî:

    Lîsteya parlamenterên HDPê yên ku hatin girtin û serbest hatin berdan
    Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
    Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin
    YNK: AKP dijminatiya HDPê dike
    Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin
    Etîketan:
    hêvî, çareseriya siyasî, Serokê MAZLÛMDER ê Şaxa Amedê, Cihan Ulsen, Aziz Yagan, Dr. Prof. Bilal Sambur, Ali Ihsan Gultekin, Colemêrg, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de