04:44 19 Çile 2018
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan: Divê dema dîrokî de wê têkoşîna me bilindtir bibe

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Murat Karayilan derbarê desteserkirin û girtina hevserok û parlamenterên HDPê de got ku "Ev êrîşên AKP wisa li ser nirxên gelê me pêş dixe, li ser siyasetmedar, çand û saziyên kurd pêş dixe di heman demê de bi xwe re şer jî wê kûr bike". Karayilan herwiha destnîşan kir ku ew ê ‘tiştên pêwîst bikin'.

    Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Murat Karayilan li ser desteserkirin û girtina hevserok û parlamenterên HDPê daxuyaniyek belav kir. Li gorî nûçeya ANFê, Karayilan biryara desteserkirin û girtina HDPiyan bi polîtîkayên hikûmeta AKPê yên Rojava ve gire dide û wiha dinirxîne: "Armanca wan niha ev e; ger ku li Bakurê Kurdistanê gelê me bêdeng bikin, bipelixînin, wê çaxê wê bikaribin li ser Rojava jî planên xwe pêk bînin, li ser Başûr û Rojhilat jî pêk bînin. Ji bona wê navend niha Bakurê Kurdistan e. Ji ber ku ew di hewldanên xwe yê li ser Rojavayê Kurdistanê bi ser neketin. Vaye operasyona Reqayê di aliyê QSD'ê de bi rê dikeve, dewleta Tirk ne tê de ye. Guregur dikin dibêjin ‘em ê Minbic bigirin' ev wisa ne hêsanî ne."

    'JI BER POLÎTÎKAYA ROJAVA VAN TIŞTAN DIKIN'

    Karayilan heman tiştî ji bo Mûsilê jî bilêv dike û wiha berdewam dike: "Di heman demî de xwest beşdarî operasyona Mûsilê bibe, destdirêjiyê li ser Musilê bike, wisa planên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Li hemberî vê jî bertek çêbûn, dewleta Iraqê dewletên dîtir ên cîhanî destdirêjiya Tirkiyê qebûl nekirin. Di wir de jî niha binketiye, teng bûye. Ango di hemleyê xwe yê Rojava de encam negirt, ê li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê encam negirt; ew niha berê xwe dide Bakur. Ew dibêje ku, ez li Bakur tevgera azadiyê tasfiye bikim, wê çaxê ezê li her derê encam bigirim."

    'DIVÊ HERKES BERPIRSIYARIYA XWE PÊK BÎNE'

    Karayilan piştî van nirxandinan wiha destnîşan dike: " Ev êrîşên AKP wisa li ser nirxên gelê me pêş dixe, li ser siyasetmedar, çand û saziyên Kurd pêş dixe heman demî bi xwe re şer jî wê kûr bike. ji ber ku bi êrîş bi şîdet tê ser gelê me, tê ser me. mafê me heye ku em li ber xwe bidin. Bi her şêwazî li ber xwe bidin. Em wekî rêxistin dikarin di hemû eniyan de bersivên pêwîst bidin û emê bidin jî. Lê belê ev mesele tenê ne meseleyekê hêzên profesyonel û pêşxistina şer tenê ye. dijmin wisa dibêje. Dibêje, ‘vaye Kurd dest ji PKK, HDP û Kurditiyê berdan, êdî bi me re ne. emê şer geş bikin.' ango ji bo em dijmin bixînin divê her kes erka xwe pêk bîne. Gerîla jî, siyasetmedar jî, hemû kadro pêk bînin lê divê gel jî pêk bîne. Wisa ev hevdû temam bikin kesek bi me nikare. Ji bona wê divê niha her kesek bi berpirsyar nêz bibe."

    Bi heman mijarî:

    NY: Dibe Tirkiyê asta ku tê qebûlkirin derbas bike
    Kayaya HDPyî ji bo vekişîna ji Parlementoyê daxuyanî da
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Girtina HDPiyan cihê metirsiyê ye
    Goran: Bila Kurdistan têkiliyên xwe bi AKPê re di ber çavan re derbas bike
    Parlamenterê AKPê: Divê biryara girtinê neyê dayin
    Balyozên YEyê li ser desteserkirina HDPiyan civîna awarte lidar dixin
    Etîketan:
    Dewleta tirk, ANF, HPG, PKK, KCK, AKP, HDP, Murat Karayilan, Bakurê Kurdistanê, Rojhilat, Reqqa, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Amed, Mûsil, TIrkiye, Rojava, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de