09:05 21 Nîsan 2018
    Huda Kaya

    Kayaya HDPyî ji bo vekişîna ji Parlementoyê daxuyanî da

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlementera HDP Huda Kaya got,"vekişîna ji parlementoyê dê ne dabaşa axiftinê ye. Em ê wê emaneta me ji gelê xwe stendiye, heta dawî bibin."

    Piştî ku hevserok û parlementerên HDPê hatin desteserkirin, li serokatiya HDPê ya parêzgeha Stenbolê dauxyanî hat dayîn. Daxuyanî saet 13:00 pêk hat û parlementerên HDPê jî piştgirî dayê. Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Dogan Erbaş wiha axivî: "Bûyerên duh saet 11ê şevê dest pê kir, hişt em li ser kabûsekê şiyar bibin. Ev tiştên qewimîne, ji derbeyê jî xerabtir in. Partiya me û hêzên demokrat rastî hewldana tesfiyekirineke giştî maye. Armanca desteserkirina hevserok û parlementerên me, tesfiyekirina siyaseta demokratîk a xetimandî ye."

    "HUDA KAYA: EV KÊŞE NE YA HDPÊ TENÊ YE"

    Ji aliyê din ve, Parlementera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya wiha got: "Ev kêşeya ku îro gelê Tirkiyeyê pê re rûbirû bûye, qet ne kêşeya HDPê tenê ye. Qiyameta girtin û destserkirina di serî de hevserok û ya parlementer û bireveberên HDPê rabûye ta ku HDPê terorîze bikin. Êm rastî derbeyekê û zordariyekê ne ku viyana 6 milyon mirov  û tercîha wan jî tên piştguhkirin. Ev ne tenê li dijî HDPyê ye. Ev derbeya îro pêk hatiye, li dijî sêyem mezintirîn partiya Tirkiyeyê pêk hatiye. Ez îro li vê derê radigihînim ku ti berpirsiyariya me ya îfadedayîn li himberî wî polîsê bi hişmendiyeke derbekar hewl dide dengê me bibire, me tune bike û me biperçiqîne tine lê em tenê ji gelê xwe berpirsyar in."

    Herwiha Kaya li ser pirsyara rojnamevanekî bê gelo difikirin ji parlementoyê vekişin, wiha axivî: "Ne dabaşa axiftinê ye ku organên partiya me bi vî awayî ji parlementoyê vekişin. Ev emaneta me ji gelê xwe stendiye, em ê heta dawî bibin".

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
    Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin desteserkirin
    HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
    Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
    Akademîsyenên ji kar hatibûn avêtin serdana HDP û CHPê kirin
    HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
    HDP bo akademîsyen û mamosteyan name şand saziyên navneteweyî
    Etîketan:
    HDP, Dogan Erbaş, Huda Kaya, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de