08:28 23 Çile 2018
Zindî
    Rojhilata Navîn

    "DAIŞê bi ya Bexdadî kir û êrîşa Amedê pêk anî"

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Siyasetmedarê iraqî û berpirsyarê Sekreteriya Giştî ya Parlementoya Iraqê Ebdilheq Berhûm ji Spûtnîkê re ragihand ku endamên DAIŞê di cih de fermanên serokê xwe Bexdadî pêk anîn û wan êrîşa xwe ya pêşî li Tirkiyeyê li bajarê Amedê kir û şerê xwe li Mûsilê xurt kir.

    Berhûm îro îniyê bi Spûtnikê re axivî û got, li gel ku desthilata Iraqê naxwaze Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe jî lê Erdogan israr dike ku hêzên wî tê de cih bigirin û vî tiştî hişt Serokê DAIŞê biryara şerî li dijî Tirkiyeyê bide ji ber serokê wê(yê Tirkiyeyê) dixwaze rêxistina wî ji nav bibe.

    Herwiha siyasetmedarê iraqî balê dikişîne ser nakokiyên di navbera wan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji ber yê dawî israr dike ku beşdarî operasyona Mûsilê bibe û wiha pê de diçe: "Divê hemû dewletên cîhanê piştgiriya Tirkiyeyê  bikin ta ku  li himberî êrîşkariya DAIŞê bisekine ku ew ê di demên pêş de zêdetir bibe".

    Berhûm daxuyaniya Serokê DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî bi bîr tîne ku duh ji endamên rêxistina xwe xwestibû ku êrîşî Tirkiye û Erebistana Siûdî bikin û tawanên terorê li wan deran bi kar bînin û ew jî dê fermanên Bexdadî pêk bînin ji ber xelîfeyê wan e.

    Parêzgarê Amedê piştî teqînê, diyar kiribû, PKKê ragihandiye ku wê ew teqîn pêk aniye lê hîn ti daxuyaniyî ji PKKê derbarê teqînê de nehatiye dayîn

    "DIBE LI EREBISTANA SIÛDÎ JÎ PÊK WERIN"

    Ji aliyê din ve, siyasetmedarê iraqî pêşbîn kir ku di demên pêş de êrîşên terorê li Erebistana Siûdî jî pêk werin ku di encamê de dê gelek kes bên kuştin û ji Ewlekariya Erebistana Siûdî xwest ku bergiriyên ewlehiyê zêde bikin ta ku nehêlin terorîst û teqemenî derbasî nava welatê wan bibin.

    Serokê DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî duh tomareke dengî weşandibû û tê de bangî endamên rêxistina xwe kiribû ku di operasyona Mûsilê de li ber xwe bidin û herwiha Tirkiyeyê dagir bikin û tirsê têxin dilê wê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'Tirkiye û DAIŞ dijminên Rojava ne'
    Amerîka: Tirkiye operasyonan li cihên DAIŞ ne lê ye pêk tîne
    DAIŞ gundê ser sînorê Tirkiye teslîmî cîhadîstan kir
    Dîplomatê amerîkî: ‘Tirkiye naxwaze DAIŞ têk biçe‘
    “DAIŞ û Tirkiyeyê li hev kir; Ji Cerablusê venekişiyan, tenê riha xwe jê kirin”
    Serokomariya Tirkiyeyê: Armanca operasyona Cerablûsê YPG û DAIŞ e
    IMF: "Hinek amareyên ku DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê hene"
    ‘DAIŞ, ji ber ku Minbîc di sînorê Tirkiyeyê de ye, naxwaze wenda bike'
    Etîketan:
    Teqîna Amedê, DAIŞ, Recep tayyip Erdogan, Ebdilheq Berhûm, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Iraq, Mûsil, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de