06:41 28 Gulan 2018
Milîsên Heşdî Şebî

Heşdî Şebî: "Em êrişên hewayî yên Amerîkayê naxwazin"

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rêxistina Heşdî Şebî ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de li hemberî milîtanên terorîst ên DAIŞê şer dike li hemberî êrişên hewayî yên Amerîkayê bi fikar e.

Hikmet Durgun

Rêxistina Heşdî Şebî ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de li hemberî milîtanên terorîst ên DAIŞê şer dike li hemberî êrişên hewayî yên Amerîkayê bi fikar e. Fermandarê Heşdî Şebî Ehmed Aslan ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku di tekoşîna dijî DAIŞê de em piştgiriya hewayî ya Amerîkayê naxwazin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi serpereştiya Hêzên Pêşmerge û artşêşa Iraqê didome, rêxistina Heşdî Şebî ku ji 18 grûbên milis pêk tê li hemberî êrişên hewayî yên Amerîkayê bi berz e.

BILA AMERÎKA JI IRAQÊ DERKEVE

Fermandarê Heşdî Şebî yê tirkmen Ehmed Aslan di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Em wekî rêxistinê li hemberî Amerîkayê bi berz in. Em Amerîkayê li Iraqê naxwazin û em naxwazin li Iraqê êrişên hewayî yên li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê jî pêk bîne. Me ev mijar rasterast gihande Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û me jê re jî got bila Amerîka piştgiriya me ya hewayî neke. Ji ber yê ku rêxistina terorîst a DAIŞê afirandiye Amerîka bi xwe ye."

DAIŞ NIKARE LI BER XWE BIDE

Edmed Aslan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Operasona rizgarkirina Mûsil û Telaferê pir serkeftî dimeşe. Li başûrê Mûsilê li hemberî rêxistina terorîst em bi pêş dikevin û heta niha gelek gund hatin kontrolkirin. DAIŞ li hemberî me nikare li ber xwe bide, ya rastî ne wekî tê gotin ku hêzeke pir mezin e. Çapemeniya Amerîka û Îsraîlê bi zanebûn hewçend mezin kirin. Hemû çek, teqemenî û heta ava ku vedixwe jî malê Amerîkayê ye. Em Amerîkayê semimi nabînin."

Bi heman mijarî:

Di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî xristiyan û asûrî li Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin
Heşdî Şebî kete davika DAIŞê: 45 kuştî û birîndar
Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"
Amerîka: Em piştgiriya Heşdî Şebî nakin
Sunî: "Heşdî Şebî bi tohmeta endamtiya DAIŞê me dikujin
Etîketan:
Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Rêxistina Heşdî Şebî, Ehmed Aslan, Mûsilê, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de