17:52 20 Çile 2018
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsan destûr neda HDPê ku daxuyaniya çapemeniyê bide. Parlementerê HDPê yê Qersê û berdevkê partiyê daxuyaniya di rêya perîscopê re da.

    Piştî ku 11 parlemtnerên HDPê ku hevserokên Partiyê Selahettin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav wan de bûn, hatin girtin, Navenda Giştî ya HDPê ragihand ku ew ê saet 11an daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

    Lê polîsan ji şevê de nehişt ku kes derbasî avahiya Navenda Giştî bibe.

    Herwiha polîsan nehişt, rojnamevanên hatibûn avahiyê ta ku daxuyaniyê bişopînin jî derbasî avahiyê bibin.

    Kolan û zikakên herêma Kavaklidereyê ya Enqereyê jî ji çûn û hatinê re hatin girtin û destûr nehat dayîn kesên peya jî biçin û bên.

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgenê ku nekarîbû têkeve avahiya partiya xwe, di rêya Periscopê re daxuyaniya çapemeniyê da.

    "EV DÊ WEK DEQEKE TARÎ DI DÎROKA TIRKIYEYÊ DE BIMÎNE"

    Bilgen wiha axivî: "Tiştên piştî 15ê Temûzê qewimîn jî, bi rastî jî, diyar dikin ku hişmendiya 15ê Temûzê wek qenciyeke ji Xwedê dibîne, vî tiştî bi xwe armanc dike. Hevalên me yên duh hatibûn girtin, ti armancên wan ên revê jî tine bûn. Ji ber me xwest mercên derbeyê ji aliyê herkesî ve bê dîtin û ji aliyê dinyayê ve were zanîn, em neçûn îfadedayînê."

    Herwiha berdevkê HDPê teqez kir ku kesên bûyerê wek "hewldana revê" şirove dikin, tenê propagandaya xwe ya qirêj dewam dikin û wiha pê de çû:

    "Ev welat dûr yan nêzîk dê ji mercên derbeyê bibore. Berî jî derbe çêbûne, berê jî astengên ku hewl dida rê li ber siyasetê bigirin jî çêbûbûn û destwerdan pêk hat. Ew roj çawa derbas bûbin, ev jî dê derbas bibin. Lê ev dê di dîroka Tirkiyeyê de wek deqeke reş biçin. Em banga li me hatibû kirin ji bo îfadedayînê û helwesta girtin û desteserkirina heval, birêveberên me, wek hewldana tesfiyekirinê dinirxînin. Em ê stûyê xwe xwar nekin. Em dixwazin her kesê deng daye me, her kesê giringiyê dide helwest û tevgera me, van kiryarên faşîzan têk bibe. Lewra em bangî herkesî dikin ku bi hevgirî tevbigere."

    "EM BANGÎ GELÊ XWE DIKIN KU DENGÊ XWE BILIND BIKE"

    Ji aliyê din ve, Bilgen diyar kir ku çûn û hatina nava avahiya Navenda Giştî ya HDPê hatiye astengkirin û wiha got: "Li gel her tiştî em ê dengê xwe bidin bihîstin û em bangî gelê xwe dikin ku dengê xwe bilind bike û helwesta xwe nîşan bide."

    Herwiha parlementerê HDPê yê Îzmîrê Muslim Dogan jî gava dihat navenda partiyê daxuyaniyeke kurt da rojnamevanan û wiha got: "Desteserkirina hevserokên me, nîşana dînbûna dewletê ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin desteserkirin
    Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
    HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
    HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
    HDP bo akademîsyen û mamosteyan name şand saziyên navneteweyî
    HDP nexşerêya xwe diyar dike
    Etîketan:
    BANG, HDP, Muslim Dogan, Figen Yuksekdag, Selahettin Demirtaş, Ayhan Bilgen, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de