05:42 20 Çile 2018
Zindî
    hdp

    Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Hevserokê HDPê û parlamenterê Stenbolê Selahattin Demirtaş û 10 parlamenterên din îro berê sibehê di çarçoveya lêpirsînekê de bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Amedê hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyê Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin.

    21.50 DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG ŞANDIN GIRTÎGEHA KOCAELIYÊ

    Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş 3u Figen Yuksekdag ên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatin girtin bi balafirê birin Balafirxaneya Cengiz Topel a li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê. Polîs û Cendirmeyan Demirtaş û Yuksekdag bi wesayitên sivîl birin Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê.

    Hevserokê HDPê bi konvoyeke ji 15 wesayitan pêk hat, birin girtîgehê û li ser rê bergiriyên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli jî di heman girtîgehê de hatibûn girtin.

    21: 45 — Abdullah Zeydan jî hat hirtin

    Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî ku hatibû desteserkirin ji aliyê Dadweriya Cezayê Sulhê ve hate girtin.

    19.19 —Biryara girtina Tugba Hezer jî hat dayîn

    Biryara girtina Parlemntera HDPê ya Wanê Tugba Hezer ku niha ne li Tirkiyeyê jî hat dayîn.

    19.06 — Ferhat Encu jî hat girtin

    Hat ragihandin Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî hat girtin.

    19.02 Navenda Giştî ya DBPê: Berdana Hevseroka me Tuncel derew e

    Navenda Giştî ya DBPê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku nûçeyên berdana hevseroka wan Sebahet Tuncel ne rast in û TEM(Navenda têkoşîna li dijî terorê) desteserkirî ye."

    18:38  —  TUNCEL HAT BERDAN

    Hevseroka DBPê Sebahet Tuncel ku li Amedê hatibû desteserkirin, hat berdan.

    18:24  —  DEMIRTAŞ: TEQEZ, EM Ê BI SER KEVIN

    Piştî ragihandina biryara girtina Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş, rojnamevanên ku li dadgeha Amedê doza Demirtaş dişopand ragihand ku hevserokê HDPê gava ji salona dadgehê derketiye bang kiriye: "Teqez em ê bi ser kevin".

    17.56  — PARLEMENTERA HDPÊ YA COLEMÊRGÊ JÎ HAT GIRTIN

    Hat ragihandin ku parlementera HDPê ya Colemêrgê Selma Irmak jî hat girtin.

    17.25 — LI BODRUMÊ PROTESTO

    Ji bo binçavkirin û girtina parlamenterên HDPê li Bodrumê jî çalekiyek hat lidarxistin. Xwepêşandanan bi denge bilind gotin: "Em çokê natewînin"

    17.10 — AGAHIYA GIRTINA HEVSEROKÊN HDPÊ BERÎ PARÊZERAN JI AJANSAN RE PARVE KIRIN

    Hat ragihandin ku berî agahiya girtina Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ji parêzeran re bêjin ji ajansên çapemeniyê parve kirin.

    16.55 — DEMIRTAŞ Û YUKSEKDAG HATIN GIRTIN

    Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdan ji terefê Dadgehê ve hatin girtin.

    16.50 — GULSER YILDIRIM JÎ HAT GIRTIN

    Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî piştî îfadedayîna Dadgeha Ceza ya Sulhê hat girtin.

    16.45 - Wêneyê binçavkirina Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel ku bi awayekî tund hatibû binçavkirin kete medya civakî.

    16.40 — JI DISKÊ DAXUYANIYA HDPÊ: ARMANC AVAKIRINA REJIMEKE YEK SEROK E

    Serokê Giştî ye DISKê Kani Beko li ser navê Lijneya Rêvebir a sendiqayê bertek nîşanî binçavkirina parlamenterên HDPê da û got: "Armanc avakirina rejimeke yek serok e."

    16.25 — ONDER BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ SERBEST HAT BERDAN

    Parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ku ji dozgeriyê ji bo girtinê sewkî Dadgeha Ceza ya Sulhê kiribûn bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

    16.15 — NESIN: EV TIRSA TE XWEŞIYA MIN DIÇE

    Ahmet Aziz Nesin jî li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê girtina parlamenteran şermezar kir û di peyama xwe de got: "Ev tirsa te xweşiya min diçe, dawiya Tirsa Erdogan tê."

    16.00 — DEST NEDE ÎRADEYA MIN

    Şaxa HDPê ya Êlihê jî bi sedema binçavkirina parlamenterên HDPê protestoyeke bi navê ‘dest nede îradeya min' lidar xistin.

    15.50 — BIRLIK Û AYDOGAN JÎ HATIN GIRTIN

    Parlamenterên HDPê Leyla Birlik û Nursel Aydogan jî ji terefê Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin girtin.

    15.45 — MARTÎN SCHULZ: TIRKIYE JI DEMOKRASIYE DÛR DIKEVE

    Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz li ser binçavkirina parlamenterên HDPêyî daxuyaniyek belav kir. Schulz di daxuyaniya xwe de got: "Tirkiye ji demokrasiye dûr dikeve."

    15.40 — TAŞÇIER BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ SERBEST HAT BERDAN

    Parlamenterê HDPê yê Amedê İmam Taşçier ji terefê Dadgeha Ceza ya Sulhê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

    15.35 — MOGHERÎNÎ: BINÇAVKIRINA PARLAMENTERAN CIHÊ METIRSIYÊ YE

    Nûnera Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherînî jî li ser binçavkirina parlamenterên HDPê peyamek parve kir û got: "Binçavkirina parlamenterên HDPê cihê metisiyê ye"

    15.30 — ÎTALYA: JI BER GIRTINA PARLAMENTERÊN HDPÊ EM BI ENDIŞE NE

    Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paolo Gentilonî ki ser binçavkirina hevserok û parlamenterên HDPê di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de got: "Ji girtina parlamenterên HDPeyî em bi endişe ne."

    15.20 — POLÊS BI SER AVAHIYA HDPÊ DE GIRT

    Hat ragihandin ku polêsan bi ser avahiya HDPê ya şaxa Esenlera Stenbolê de girt û bi derbkirinê endam û rêvebirên partiyê binçavkirin.

    15.15 — SIBÊ HEMÛ PARTÎ Û RÊXISTIN LI DEVÊ AVAHIYA DBPÊ YA AMEDÊ DICIVIN

    Li gorî daxuyaniya KCDê ku hatiye ragihandin sibê DBP, HDP, KCK, saziyên sivîl û civakî sibê seet li 11.00an li devê avahiya DBPê ya Amedê dicivin.

    15.10 — ÎFADEDAYÎNA DEMIRTAŞ Û YUSEKDAG QEDIYA

    Li gorî daxuyaniya parêzer Mehmet Emin Aktar, îfadedayîna Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yusekdag ya Dadgeha Ceza ya Sulhê qediya û niha li benda biryara dadger in. Li gorî Aktar, Demirtaş di îfadedayînê de parastina xwe nekiriye û gotiye hûn nikarin min darezînin, ez tenê hisab didin gel.

    14.45 — ŞENOGLU Û ÇELIK JÎ HATIN BINÇAVKIRIN

    Hevserê Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag Sedat Şenoglu û şewirmendê wê Olcay Çelik jî ji terefê polêsan ve hatin binçavkirin

    14.40 — HEVSEROKA DBPÊ TUNCEL Û GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

    Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel û gelek kes li devê Edliyeya Amedê rastî êrişa polêsan hatin û paşî hatin binçavkirin. Li gorî îdîayan Hevseroka KCDê Leyla Guven jî hatiye binçavkirin.

    14.20 — JI ŞAHINÊ AKPEYÎ ŞÎROVEYA OPERASYONÊ: DIVÊ BIRYARA GIRTINÊ NEYÊ DAYÎN

    Parlamenterê AKPê yê Karabukê û Serokê Parlamentoyê yê berê Mehmet Ali Şahin derheqê binçavkirina Parlamenterên HDPê de got: "Li baweriya min hetanî îdîayên derheqê parlamenteran de venegerin dozan divê biryara girtinê neyê dayîn û ev rasttir e."

    14.10 — ONDER JÎ BI DAXWAZA GIRTINÊ SEWKÎ DADGEHÊ KIRIN

    Parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder piştî îfadedayîna dozger bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

    14.05 — BALUKÊN HAT GIRTIN

    Wekîlêserokê Grûba HDPê û parlamenterê Çewlikê İdris Baluken ji terefê Dadgeha Ceza ya Sulhê ve hat girtin û amadehî têne kirin ku wî bibin girtîgeha Çewlikê.

    14.00 — IRMAK BI DAXWAZA GIRTINÊ SEWKÎ DADGEHÊ KIRIN

    Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Selma Irmak jî piştî îfadedayîna dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

    13.50 — LI KADIKOY Û AYDINÊ JÎ ÇALEKIYÊN PROTESTOYÎ: 60 KES HATIN BINÇAVKIRIN

    Rêxistina şaxa HDPê ya navçeya Kadikoyê ku li ser Rêya Halitagayê binçavkirina parlamenteran protesto dikirin rastî êrişa polêsan hat. Rêya sereke ji çûn û hatinê re hat girtin û derebeyên dikanan bi zorê hatin asêkirin.

    Herwiha rêxistina şaxa HDPê ya navçeya Didima Aydinê jî xwest derheqê parlamenterên binçavkirî de daxuyaniyeke çapemenî bide, lê rastî astengî û êrişa polêsan hat. Li gorî zanyariyên berdest di xwepêşandanên Aydinê de 40 û li yên Îzmîrê jî 20 bi tevahî 60 kes ji terefê polêsan ve hat binçavkirin.

    13.35 — SEROKWEZÎRÊ SWÊDÊ YÊ BERÊ: DESTESERKIRINA HEVSEROKÊN HDPÊ RÎSKEKE MEZIN E

    Serokwezîrê Swêdê yê berê Carl Bildt di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de got: "Desteserkirina Serokên HDPê rîska xerabbûneke cidî di şerê kurdan de bi xwe re tîne. Herî zêde cihê nîgeraniyê ye"

    13.30 — POLÊSAN LI ANTALYAYÊ JÎ MÛDAXELE KIRIN

    Li bajarê Antalyayê jî girseya ku dixwest binçavkirina Parlamenterên HDPê protesto bike rastî êrişa polêsan hat.

    13.20 — YILDIRIM JÎ BI DAXWAZA GIRTINÊ SEWKÎ DADGEHÊ KIRIN

    Piştî binçavkirina hevserok û parlamenterên HDPê, Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî li Amedê bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

    13.15 — LI ENQEREYÊ DI ÇALAKIYA PROTESTOKIRINÊ DE 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN

    Li Enqereyê berî daxuyaniya sendîqa û saziyên sivîl a çapemenî ya binçavkirina Parlamenterên HDPê polêsan qad dorpêç kir û bi xazên rondikrêj êrişî girseyê kir. Li gorî zanyariyan, nûnerên saziyên sivîl û sendiqayan hatin derbkirin û 6 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di nava kesên binçavkirî de Hevserokê KESKê Lami Ozgen jî heye.

    13.00 — POLÊSAN MÛDAXE KIR

    Li navçeya Esenyurt a Stenbolê kesên ku xwestin binçavkirina Parlamenterên HDPê protesto bikin rastî astengiya hêzên ewlehî hatin. Polêsan bi xaza rondikrêj û bi fîşekên plastîk êrişî xwepeşandaran kir.

    12.40 — YUKSEKDAG BI DAXWAZA GIRTINÊ SEWKÎ DADGEHÊ KIRIN

    Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag piştî îfadedayînê bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

    12.10 — AYDOGAN Û BIRLIK SEWKÎ DADGEHÊ KIRIN

    Parlamenterên HDPê yê Şirnexê Nursel Aydogan û Leyla Birlik piştî îfadedayîna dozger bi daxwaz girtinê sewkî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

    11.50 — ZIYA PIR BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ SERBEST HAT BERDAN

    Parlamenterê HDPê yê Amedê Ziya Pir ku hatibû binçavkirin piştî îfadeya dozgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

    11.35 — ZEYDAN Û IRMAK JÎ SEWKÎ DOZGERIYÊ KIRIN

    Parlamenterên HDPê Abullah Zeydan û Selma Irmak birin Colemêrgê û ji bo îfadeyê sewkî dozgeriyê kirin.

    11.30 — DI ÇAPEMENIYA CIHANÊ DE BINÇAVKIRINA PARLAMENTERÊN HDPÊ

    Spiegel: Polês, Parlamenterên HDPê yên kurd binçav kirin.

    Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ): Erdogan, hevserokên partiya kurd a HDPê dane binçavkirin.

    Bild: Li Tirkiyeyê, Erdogan dijberên xwe dane binçavkirin.

    Die Zeit: Polês Parlamenterên HDPê yên kurd binçav kirin.

    Televizyona Yle ya finlandî: Hevserokên partiya kurd nîvê şevê di operasyonekê de hatin binçavkirin.

    11.15 — BALUKEN LI ÇEWLIKÊ SEWKÎ EDLIYEYÊ KIRIN

    Serokwekîlê Grûba HDPê İdris Baluken li Çewlikê sewkî edliyeyê kirin.

    11.10 — BOZDAG: TIŞTÊ PÊWIST HAT KIRIN

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag ji bo girtina parlamenterên HDPê got: "Rêza hiqûqê negirtin û tiştê pêwist hat kirin. Hemû binçavkirin li gorî hiqûqê ne."

    10.50 — RAPORTORA PE YA TIRKIYEYÊ: JI TIRKIYEYÊ XEBERÊN PIR NEXWEŞ TÊN

    Raportora Parlamentoya Ewropa ya Tirkiyeyê Kati Piri li ser binçavkirina parlamenterên HDPê di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de got: "Ji Tirkiyeyê pir xeberên nexweş tên. Parlamenterên HDPê têne binçavkirin."

    10.35 — PÊWENDIYA ÎNTERNETÊ HAT BIRÎN

    Piştî operasyona binçavkirina hevserok û parlamenterên HDPê înternet hatiye astengkirin û pêwendî bi Twitter, Instagram, Facebook, YouTube û WhatsAppê re nayê girêdan.

    10.30 — WALÎTIYA ENQEREYÊ ÇÛN Û HATINA NAVENDA HDPÊ RAWESTAND

    HDPê ragihandibû ku wê seet li 10.00an ji bo binçavkirina parlamenteran daxuyaniyeke çapemenî bidin. Lê Walîtiya Enqereyê çûn û hatina Navenda HDPê rawestand.

    10.15 — PARLAMENTER TAŞÇIER JÎ HAT BINÇAVKIRIN

    Di çarçoveya operasyona li hemberî parlamenterê HDPê de Parlamenterê Amedê İmam Taşçier ji terefê tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê yên Enqere ve li otela ku lê dima hat binçavkirin.

    10.05 — CHPÊ BERTEK NÎŞAN DA

    Parlamenterên CHPê Ali Şeker û Sezgin Tanrikulu li hemberî binçavkirina parlamenterên HDPê bertek nîşan dan. Parlamenterên CHPê got: "Girtina parşlamenteran nayê qebûlkirin û bi vê kiryarê derbeyeke din hatiye kirin. Ev operasyona ku hatiye kirin tenê ne derbeye hewldana perçekirina welat e. Parlamento careke din hatiye bombekirin.

    10.00 — Hevseroka Şaredariya navçeya Varto ya Mûşê Sabite Ekinci hat binçavkirin.

    09.50 — Piştî îfadedayîna Demirtaş niha Figen Yuksekdag li dozgeriyê îfadeyê dide.

    09.40 - Hevserokê HDPê û parlamenterê Stenbolê Selahattin Demirtaş û 10 parlamenterên din îro berê sibehê di çarçoveya lêpirsînekê de bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Amedê hatibûn binçavkirin. Li gorî zanyariyan Demirtaş bi parêzerê xwe re îfade da dozger. Piştî îfadeya Demirtaş, dozger bi daxwaza girtinê ew sewkî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir.

    YUKSEKDAG JÎ BIRIN AMEDÊ

    Di çarçoveya heman lêpirsînê de Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî hatibû binçavkirin û ew jî ji Enqereyê birin Amedê. Yuksekdag û 6 parlamenterên ku di heman lêpirsînê de hatine binçavkirin li benda biryara dozger in.

     

    Bi heman mijarî:

    Tevlî Demirtaş 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
    Demirtaş bang li Kiliçdaroglu kir
    Demirtaş: Hêrsa di nava gel de ew qas mezin e ku nayê zanîn wê kengî bitaqe
    Demirtaş: Kurd, demeke dirêje ku ji AKPê û peykên Komarê qut bûne
    Derbarê Demirtaş de lêpirsîn hate vekirin
    Etîketan:
    Binçavkirina parlamenterên HDPê, Hevserokê HDPê, Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de