18:17 17 Çile 2018
Zindî
    Teqîna Amedê

    Teqîna Amedê - 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 100 birîndarî

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Teqîn di encama êrîşeke wesayîteke bombebarkirî pêk hat. Di êrîşê de avahiya Midûriyeta Hêzên Çewîk û Polêsên Tekoşîna Dijterorê bû amanc û di encamê de 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêtirî 100 kesî birîndar bûne.

    Li pêşiya Midûriyeta Hêzên Çewîk û Polêsên Tekoşîna Dijterorê ya Amedê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin. Li gorî zanyariyên pêşî yên NTVyê di teqînê de kesek miriye û 30 kes jî birîndar bûne û avahiyên li dora cihê bûyerê jî zirareke mezin dîtine.

    Dengê teqînê li gelek deverên bajêr ve hate bihîstîn û dûmaneke mezin derket. Piştî teqînê hejmareke zêde yê ambûlansan gihiştin cihê bûyerê. Her wiha li cihê teqînê di navbera polêsan û welatiyan de alozî derket û polês guleyan berdidin hewayê.
    Ji aliyê din ve piştî desteserkirina parlamenterên HDPê li navenda Amedê gengeşî berdewam dike.

    Îro ji sibê ve xelk ber bi navendên HDPê ve dimeşin. Hêzên ewlekariyê jî bi wesayîtên zirxpoş rêyên sereke girtine û tedbîrên ewlekariyê tund kirine.

    Hat ragihandin ku Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê derheqê teqîna Amedê qedexeya weşanê ragihandin.

    Ji aliyê din ve, Parêzgariya Amedê ragihand ku PKKê berpirsyariya xwe li ser teqînê ragihand.

    ​Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku 2 ji wan polîs 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêtirî 100 kesî birîndar bûne.

    Piştî daxuyaniya Serokwezîrî, agahî hatin ku hejmara kuştiyan bû 9.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê teqîn: Birîndar hene
    Li Amedê teqîn: Leşkerek birîndar bû
    Li Amedê teqîn
    Li Amedê Teqîn: 5 jê polîs 7 kuştî û 21 birîndar (HAT NÛKIRIN)
    Li Amedê teqîn: 5 kes mirin 12 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    1 mirî û 30 birîndar, Li Amedê teqîn, Midûriyeta Hêzên Çewîk û Polêsên Tekoşîna Dijterorê ya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de