07:52 23 Gulan 2018
    Desetserkirina wekîlên HDPê

    Wezareta Navxweyî: 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin

    © Foto : AA/ Abdülhamid Hoşbaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê di derbarê desetserkirina wekîlên HDPê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de diyar kir ku ji aliyê dozgeriyên Komarê yên Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Çewlikê ve 11 wekîlên HDPyî ji bo birina saziyên edlî hatin girtin.

    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belavkir û di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya lêpirsînên ku yê meşandin de Wekîlên HDPê Ferhat Encu, Leyla Birlik, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Selahattin Demirtaş, Idris Baluken, Figen Yuksekdag Senoglu, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pir, Gulser Yildirim û Nursel Aydogan hatin desteserkirin."

    Wezaretê di daxuyaniyê de dest nîşan kir ku hatiye tespîtkirin ku wekîlên HDPê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer li derveyî welêt in û pêvajoya di derbarê wekîlên HDPê Îmam Taşçier û Nihat Akdogan de jî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Tevlî Demirtaş 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
    Polîsan girt ser mala parlamentera HDPê Aycan İrmez
    Di navbera HDPê û AKPê de nîqaşa azadiya çapemeniyê
    10 meh cezayê Hevseroka HDPê Yuksekdag hate erêkirin
    Etîketan:
    desteserkirin, HDP, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, Faysal Sariyildiz, Imam Taşçier, Abdullah Zeydan, Mithat Sancar, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Colemêrg, Çewlik, Amed, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de