10:09 20 Çile 2018
Zindî
    hdp

    Tevlî Demirtaş 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gel Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, wekîlên HDPê Ferhat Encu, Leyla Birlik, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Selahattin Demirtaş, Idris Baluken, Figen Yuksekdag Senoglu, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pir, Gulser Yildirim û Nursel Aydogan hatin desteserkirin

    Serdegritina mala Figen Yuksekdag a li Enqereyê şêwirmendê Yuksekdag Siktki Gungor li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyand.

    Cezaya bi qasî 10 mehan a ji bo Yuksekdag, bi tawanbariya ‘propagandakirina rêxistinê' ji aliyyê Dadgeha Bilind ve hatibû pejirandin.

    DEMİRTAŞ: BIRYARA DESTESERKIRINÊ YA BI ZORÊ HEYE

    Hema hem adi heman saetan de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku polîs li ber deriyê wî ne û dibêjin ‘biryara desteserkirina bi zorê heye."

    Peyama Demirtaş wiha ye:

    ​Hevsera Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş jî desteserkirina hevserê xwe pejirand.

    Her wiha Wekîlê Amedê yê HDPê Ziyar Pir jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku ew di mala xwe de ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

    WEKÎLÊN HATIN DESTESERKIRIN

    Navê wekîlên HDPê yên hatin desteserkirin ev in: Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Mehmet Ali Aslan, Ziya Pir, Ferhat Encu, Selma Iramk, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Sirri Sureyya Onder, Abdulllah Zeydan, Idris Baluken, Mithat Sancar.

    TWITTER HAT ASTENGKIRIN

    Di dema serdegirtin û desteserkirina Hevserok û wekîlên HDPê de pirgirêka înternetê çêbû û Twitter hat astengkirin.

    Malpera bi navê TurkeyBlocks ragihand kul i Tirkiyeyê Twitter, Facebook û YouTube bi saeta herêmî di derdora saet 01.20a de hatiye sînordar kirin. TurkeyBloacks diyar kir ku WhatsApp jî tevlî wê sînordarkirinê hatiye kirin.

    AA: JI BER KU NEÇÛNE ÎFADEDAYINÊ HATIN DESTESERKIRIN

    Hat diyarkirin ku desteserkirina HDPyiyan, ji ber lêpirsînên Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD), KCK û bûyerên 6 û 7ê Cotmehê neçûne îfadedayinê ye.

    LI NAVENDA GIŞTÎ YA HDPê DI NAVBERA POLÎS Û HDPyiyan DE ALOZÎ

    Wekîlê HDPê Idris Baluken li Enqereyê li Navenda Giştî ya HDPê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Li navenda giştî di navbera polîs û HDPyiyan de alozî derket.

    WEZARETA NAVXWEYÎ: 11 WEKÎLÊN HDPê HATIN DESTESERKIRIN

    ​Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belavkir û di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya lêpirsînên ku yê meşandin de Wekîlên HDPê Ferhat Encu, Leyla Birlik, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Selahattin Demirtaş, Idris Baluken, Figen Yuksekdag Senoglu, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pir, Gulser Yildirim û Nursel Aydogan hatin desteserkirin."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de