10:01 24 Nîsan 2018
    Murad Gaciyev

    Ekîba RTê, li Helebê di nava şer de ma

    © RT .
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûçegîhanê Russia Today (RT) Murad Gaciyev û ekîba wî li rojavayê Helebê yê Sûriyê, li taxekê di nava şer de man.

    Gaciyev ku bi ekîba xwe re li taxên rojavayê Helebê yên di bin kontrola artêşê de pêşketinên dawî dişopandin, got: "Li nêzîkî me du yan jî sê wesayitên bi bombekirî hatin teqandin. Me xwe veşart. Me dît ku bi metreyan li nêzîkî me gule dikevin."

    Gaviyev diyar kir ku li wan deran bi dehan sivîl hene û ti kes nekarîbû ji wan deran biçin. Li gorî destnîşankirina Gaciyev leşkerên Sûriyê alîkariya ekîba RT û sivîlan kiriye ku ji herêmê derkevin.

    Artêşa rûs û ya Sûriyê ji bo milîtanên çekdar û sivîl karibin ji Helebê derkevin di orteya cotmehê de êrîşên hewayî yên li ser bajêr dabûn sekinandin. Lê ew nûçe tên ku militan nahêlin sivîl ji bajar derkevin.

    Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov rasterast bang li milîtanên li Helebê kiribû û gotibû ku ji bajêr derkevin. Lê komên milîtanan daxuyandibûn ku ew ji bajêr dernakevin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di 20ê Cotmehê de bo derketina milîtanên li Helebê, em ê agirbestek biçûk ragihînin
    De Mistura: Ez dikarim ji bo derketina milîtanên El Nûsrayê refaqatiyê bikim
    Artêşa Sûriyeyê milîtanên El Nûsrayê j Helebê der kirin: 100 kuştî
    Sûriye: Milîtanên ku çekên xwe datînin vedigerin jiyana asayî
    Etîketan:
    milîtan, bombebaran, RT, Serfermandarê Artêşa Rûsyayê, Valeriy Gerasimov, Murad Gaciyev, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de