22:38 22 Gulan 2018
    Fermandarên Heşdî Şebî

    Di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî xristiyan û asûrî li Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê bi serpereştiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerên artêşa Iraqê berdewam e. Herwiha di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî, xristiyan, asûrî, elewî, şebek û ji neteweyên din li dijî DAIŞê şerdikin.

    Hikmet Durgun

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê bi serpereştiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerên artêşa Iraqê berdewam e. Herwiha di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî, xristiyan, asûrî, elewî, şebek û ji neteweyên din derdora 120 hezar milis hene û di operasyona Mûsilê de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê mil bi mil şer dikin. Li cepheyê rojhilatê Mûsilê milîsên Heşdî Şebî ku jig elek neteweyan pêk tê ji ajansa Spûtnîkê re axivîn.

    BI HEZARAN SUNÎ DI NAVA HEŞDÎ ŞEBÎ DE NE

    Fermandarê kurd ê sunî Hayat Kazim ku ev demeke dirêj e di nava Heşdî Şebî de li hemberî DAIŞê şer dike ji Spûtnîkê re got: "Li Beşiriyê, li Satirê li hemberî DAIŞê min pir şer kir û niha jî ez tevlî operasyona Mûsilê bûme. Di nava vê rêxistinê de hemû neteweye hene û armanca me em Iraqê ji DAIŞê paqijbikin. Di heman demê de ez kurdekî sunî me. Heşdî Şebî di operasyonan de tu zilm û zordarî nekiriye berovajî vê alîkariya wan dikir. Bi rastî ku rêxistin zilm li suniyan bikir abi hezaran sunî di nava wê de cih nedigirtin."

    TU KES RASTÎ CUDAHIYAN NAYÊ

    Fermandarê xristiyan Necale Keleş ku ew jî di nava Heşdî Şebî de cih digire got: "Hinek saziyên çapemenî radigihînin ku di nava Heşdî Şebî de tenê milîsên şîe hene, lê ev yek nerast e û rastiyan nîşan nade. Dibe di nava rêxistinê de milîsên şîe pir zêde bin, lê kurd, sunî, xristiyan, asûrî û neteweyên din jî hene. Rêxistinê ku di nava xwe de cudahî bikira em di nava wê de nediman. Ez mirovi xristiyan û tucarî rastî dubendî û cudatiyê nehatime. Me wekî Heşdî Şebî gelek gundên xristiyanan rizgar kirin."

    ASÛRIYAN JI DESTHILATIYA SEDAM HISEYN PIR ÊŞ Û DERD KIŞANDIN

    Nezam Koleyê asûrî jî ku ew fermandarekî Heşdî Şebî ye di axaftina xwe de got: "Daxwaza me welatekî laîk, demoratîk û Iraqeke azad e û em ji bo vê armancê şer dikin. Heşdî Şebî ne ji bo tu kesî ji bo welatê xwe şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dike û cudahiyê naxe nava tu kesî. Di tekoşîna dijî terorîstên DAIŞê de ji her hêlê şehîd hene. Me asûriyan ji desthilatiya Sedam Hiseyn pir êş û ded kişand, herwiha DAIŞê jî heman zil mli asûriyan kir. Ji hemû nîjad û mezheban însan hene û em bi hev re şerê DAIŞê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Heşdî Şebî: "Amerîka ji bo berjewendiya xwe DAIŞê bombebaran dike"
    Heşdî Şebî kete davika DAIŞê: 45 kuştî û birîndar
    Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"
    Amerîka: Em piştgiriya Heşdî Şebî nakin
    Sunî: "Heşdî Şebî bi tohmeta endamtiya DAIŞê me dikujin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Fermandarên Heşdî Şebî, Hayat Kazim, Nezam Kole, Necale Keleş, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de