10:07 24 Nîsan 2018
    Cezayê îdamê

    Rêxistina Mafê Mirov: "Îran amadehiya îdamkirina 14 kesan dike"

    © Foto : Wikimedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî raporta Rêxistina Mafê Mirov, Îran amadehiya 14 zindaniyê ku 10 jê kurd in îdam bike dike.

    14 girtiyên zindana navendî a bajarê Qurwe li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li benda darvekirinê ne û 10 ji wan girtiyan jî kurd in.

    Li gor raporta malpera Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ji 47 girtiyên ku cezayê darvekirinê li ser wan hatiye dayîn, 14 kes ji aliyê dezgeha dadê ve cezayên darvekirina yek alî bûye û 10 ji wan kesan kurd in. Di berdewamiya raportê de tê gotin ku cezayê darvekirinê ji aliyê dadgeha bilind ve jî hatiye piştrastkirin û ew girtî çaverêya darvekirinê ne.

    Çavkaniyekî diyar ku di nav wan girtiyên kurd zilamek û hevjîna wî jî hene ku 5 sal berî niha bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatine girtin û li zindana Hemedanê bûne û piştre veguhestine zindana Qurweyê.

    Di wê zindanê de zêdetirî 600 girtî hene ku nêzîkî ji sedî 45ê wan bi tohmeta madeyên hişber hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
    RMMK: ‘Înfaza hukmê îdamê yê Şehram Ehmedî rawestînin'
    Îran: ‘Aşê îdamê yê ku her roj mirovan dihêre'
    Dadgeha Lîbyayê cezaya îdamê da kurê Qadafî
    Îranê bi yek carê re 21 girtiyên kurd îdam kirin
    Etîketan:
    Cezayê îdamê, Li 14 têne Îdamkirin, Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, Sinê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de