03:44 21 Tebax 2017
Zindî
    Handan Toprak Benli

    Li dijî wesayita fermî ya Şaredara Avcilarê Handan Toprak êrîş

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1136 0 0

    Li Stenbolê wesayita fermî ya şaredara CHPyî ya navçeya Avcilarê Handan Toprak rastî gulebaranê hat.

    Di daxuyaniya Şaredariya Avcilarê de hat diyar kirin ku di dema êrîşê de tu kes di, wesayitê de tune bû.

    Di daxuyaniya Şaredariya Avcilarê de hat gotin ku Şaredar Dr. Handan Toprak Benli di derdora saet 19.30yî de gava ku bi rêveberê sîteya mala xwe re hevdîtin dikir, wesayita wê ya fermî rastî gulebaranê hat û gule li aliyê ajokar ket hundir wesayitê.

    BENLÎ: KES BIRÎNDAR NEBÛ

    Şaredar Handan Toprak Benli got, "Ji ber ku ajokar jî di nav de em hemû kesên di wesayitê de daketibûn, gule rastî tu kesî nehatiye û tu kes birîndar nebûye. Di derbarê bûyerê de Miduriyeta Ewlehiyê lêkolînê dike."

    Li ser îxbarê hêzên ewlehiyê sewqê herêmê hatin kirin û lêpirsîn û lêkolîn hat destpê kirin.

    Etîketan:
    wesayita fermî, êrîşa çekdarî, Şaredara Avcilarê, CHP, Handan Toprak Benli, Avcilar, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de