21:30 19 Tebax 2017
Zindî
    Asli Erdogan

    Asli Erdogan: Hikumet dixwaze rastî û dirustiyê yekdestî bike

    © Foto: http://www.polskieradio.pl
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2010

    Endama Desteya Şêwirmend a Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Asli Erdogan a ku bi îdiayên ‘propagandakirina rêxistinê', ‘endamtiya rêxistinê' û ‘sorkirina gel' girtî ye, got hikumeta AKPê hewl dide ku ‘rastiyê û dirustiyê' yekdestî bike.

    Erdogan ji Girtîgeha Bakirkoyê ji bo DW Tirkî nameyek şand û di nameya xwe de operasyona li hemberî rojnameya Cumhuriyetê û geşedanên vê dawiyê metirsiyê dide.

    ‘NÊRÎNEKE WIHA BI SIVIKAYÎ CUDA BE, RASTÎ ZEXTIYÊ TÊ'

    Asli Erdogan di nameya xwe de got, "Niha zêdetirî 130 rojnamegeran di girtîgehê de ne û ev rekora cîhanê ye. Di nava 2 mehan de 170 rojname, kovar û radyo/TV hatin girtin. Hikumeta me ya niha dixwaze ‘rastî' û ‘dirustiyê' têxe bin yekdestiyê. Nêrîneke wiha hema bi sivikayî ji ya rêveberan cuda be, bi tundî rastî zextiyê tê."

    ‘EZ HÎN DERNEXISTIME PÊŞBERÎ DADGEHÊ'

    Nivîskar Erdogan di nameya xwe de behsa rewşa xwe jî kir û got, "Ez di 19ê Tebaxê de tenê yek ji şêwirmendên ‘rojnameya Kurd' ya bi navê Ozgur Gundemê bûm, hatim girtin. Her çi qas li gorî xala 11emîn a yasaya çapemeniyê tu berpirsariya şêwirmendan li ser rojnameyê tune be jî, ez hîn derneketime pêşberî dadgeheke ku çîroka min guhdar bike."

    Erdogan diyar kir ku niha li Tirkiyeyê berdêla giran a qeyrana demokrasiyê tê dayîn û di dawiya nameya xwe de got pêwistiya me bi piştevanî û piştgiriya we heye.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: "Divê Asli Erdogan negirtî were darizandin"
    PENa Swêdê xelata 'Tucholsky'yê da nivîskara girtî Asli Erdogan
    Îtiraza ji bo girtina Asli Erdogan careke din hat red kirin
    Nivîskarên cihanê piştgiriya nivîskar Asli Erdogan kirin
    Ji bo nivîskar Asli Erdogan ‘Nobeta Azadiyê' destpêdike
    Etîketan:
    yekdestî kirin, dirustî, rastî, name, hikumet, Endama Desteya Şêwirmend a Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê, DW tirkî, Asli Erdogan, Bakirkoy, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de