21:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Di navbera HDPê û AKPê de nîqaşa azadiya çapemeniyê

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera HDPê û AKPê de nîqaşa ByLock û azadiya çapemeniyê rûda.

    Li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê pêşniyaza HDPê ya bi navê ‘sînorkirina dezgehên weşana çapemeniyê' hat nîqaş kirin.

    Serokwekîlê Koma HDPê Idrîs Baluken got rêveberiya niha "dixwaze bi zextan hemû mixalefeta civakî bide aşkirin."

    TIŞTA KU AKP JI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ FÊM DIKE, ‘AZADIYA SERDEGIRTIN A SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ YE'

    Baluken parast ku ‘dadgerî, polîs, leşker, burokrasî bi bîatkirinê hatiye radestkirin' û diyar kir ku tişta ku AKP ji azadiya çapemeniyê fêm dikLi Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera HDPê û AKPê de nîqaşa ByLock û azadiya çapemeniyê rûda.
    Li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê pêşniyaza HDPê ya bi navê ‘sînorkirina dezgehên weşana çapemeniyê' hat nîqaş kirin.
    Serokwekîlê Koma HDPê Idrîs Baluken got rêveberiya niha "dixwaze bi zextan hemû mixalefeta civakî bide aşkirin."

    ‘TIŞTA KU AKP JI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ FÊM DIKE, ‘AZADIYA SERDEGIRTIN A SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ YE'

    Baluken parast ku ‘dadgerî, polîs, leşker, burokrasî bi bîatkirinê hatiye radestkirin' û diyar kir ku tişta ku AKP ji azadiya çapemeniyê fêm dike, ‘azadiya serdegirtin a saziyên çapemeniyê ye.' Baluken anî ziman ku "AKP hewl dide ku hemû çapemeniyê bigire bin destê xwe" û desteserkirina xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê rexne kir.

    ‘WE EV WELAT VEGUHERNADIN GORISTANA ÇAPEMENIYÊ'

    Baluken got, "We va welata veguherandin goristana çapemeniyê lê ev zext wê qet encamê nedin. Hûn ji rojnamegeran, rojnameyan, nivîskaran û rewşenbîran ditirsin. Tişta ku derbekarên 15ê Tîrmehê nekirin, hûn dikin. Wan bi xwe jî di hewldana derbeyê de înternet qut nekirin lê w eli bajarên Kurdan înternet qut kirin."

    ‘LI TU DERA CÎHANÊ ÇAPEMENIYEKE WİHA DEWLEMEND, PIRRENGÎ, CUR BI CUR TUNE YE'

    Paralamenterê Enqere yê AKPê Aydin Unal diyar kir ku AKP li Tirkiyeyê ji bo pêşxistina azadiya çapemeniyê, bi taybetî jî ji bo pêşxistina azadiya ramanê, ji bo rakirina hemû astengî, bariyer û xendekan têkoşîneke mezin dide.

    Unal da zanîn ku li Tirkiyeyê 2 hezar 731 rojname; 4 hezar 71 kovar; 197 televîzyon weşanê dike û got, "Hûn li tu dera cîhanê çapemeniyeke wiha dewlemend, pircudahî û pirrengî nabînin. Dibe ku em di vî warî de em li Ewropayê jî yekemîn be."
    Unal anî ziman ku ew naveroka miameleya li hemberî rojnameya Cumhuriyetê nizane û îdia kir ku rojnameya Cumhuriyetê di salên 1920 û 1930yan de Kurd wekî hov binav dikir, bûyerên Dêrsimê heta dawiyê diparast; bi awayekî bi hêz piştgiriya faşîzmê dikir; li derbeya 1960î da çepikan, di salên 1970yan de cuntavan bû, Nadir Nadi li derbeya 1980yî da çepikan, û herî dawiyê jî di sala 2013a de bû Fethûllaçi û hat ser xeta PKKê.

    Unal di dewama axaftina xwe de jî behsa rexneyên Ewropayê kir û got em guh nadin rexneyên Ewropayê, em bi terorê re têdikoşin û em ê têbikoşin.

    Li ser van gotinên Unal, Baluken axivî û got "Hûn bi navê têkoşîna li dijî derbeyê şêwirmend, siwaxvan û garsonên di Parlamnetoyê de ji kar davêjin lê parlamenterên ku ByLock bikar anîne û têkiliya wan bi derbekaran heyei di nava we de rûdinin. Hûn bi temamî pêvajoyeke siyasî didin meşandin." Ev gotinên Baluken di navbera HDPê û AKPê de bû sedema rageşiyê.

    'GER KU HEBE, WÊ NAVÊ WAN BIBÊJE, AN JÎ WÊ BIBE BÊBEXTÎ'

    Serokweîlê Koma AKPê Mustafa Elitaş got, "Serokwekîlê Koma HDPê bi gotina ‘ di nava AKPê de kesên ByLockê bikartînin hene' derew kiriye. Ger ku hebe, wê bibêje ew kî ne, an jî wê ev bêbextî be. Ez Baluken bi tundî şermezar dikim."

    Serokwekîla Parlamentoya Tirkiyeyê Ayşe Nur Bahçekapili jî ji bo Baluken diyar kir ku îdiaya hinek wekîl BayLockê bikar tînin, îthameke cidî ye û got, "Ger ku di vê mijarê de delîl, belge û zanyariyên we hene pêşkeşî cihên pêwîst bikin an jî bi vî awayî îtham nekin."

    Bi heman mijarî:

    Jagland: "Piştî operasyona Cumhuriyetê dibe gelek doz derheqê Tirkiyeyê de vebin"
    Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
    HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
    Parlamentera HDPê sewqî dadgehê hat kirin
    Etîketan:
    azadiya çapemeniyê, nîqaş, Serokwekîlê Koma AKPê, Serokwekîlê Koma HDPê, Aydin Unal, Mustafa Elitaş, Idrîs Balûken, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de