14:52 21 Tebax 2017
Zindî
    Alaya TEV-DEM û YPGê

    TEVDEM: Rûsiya, Amerîka û Ewrûpa ne li dijî sîstema federalîyê ne

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 139120

    Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) yê Kantona Kobaniyê Ehmed Şêxo, ji Sputnîk Kurdistanê re li ser rewşa dawî ya erdê, projeya sîstema federalî ya Bakurê Sûriyê û Rojava, amadekariyên operasyona Reqayê û pêwendiyên sîyasî yên TEVDEM'ê bi hêzên navdewletî re peyivî.

    Salih Turan — Dilyar Amûdî

    Ehmed Şêxo dibêje, digel şert û mercên dijwar rêveberîya xweser karîye heta radeyekê pêwîstiyên gel bi cî bîne ku rewşa Rojava ya jiyanî ji herêmên din ên Sûriyê yên wek Heleb û Reqayê gelekî baştir e.

    Hevserokê TEVDEM'ê li ser herêmên ketine kontrola hêzên Kurd agahî dan û got, ‘Ji herêma Hesekê heta gundewarên başûrê Reqayê bi qasî 50 kîlometran hatiye kontrol kirin. Li hin deveran kêmî 50 km maye, heta bendava Rojava (Bendava Tişrîn) û gundewarên Minbicê ku xwe digihîne herêma Babê pêşveçûn çêdibin. Dewleta Tirkiyê jî bi operasyona Mertala Firatê xwest rê li ber pêşveçûnan bigire. Herwiha herêma Efrînê û herêma Şehbayê jî di bin kontrola me de ye.'

    Şêxo dîyar kir ku Ew hêvî dikin li pêşerojê sînorên wan hîn berfirehtir bibin û hemû pêkhateyên wan hêreman li bin sîstema federalîyê qedera xwe tayîn bikin.

    Ehmed Şêxo da zanîn ku ji alîyê Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞê ve çekên pêşketî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hatine şandin ku ew texmîn nakin ji bilî QSDê hêzeke din wek Tirkiyê beşdarî operasyonê bibe û heger beşdar bibin îhtimal heye ji pişt ve êrîşî QSDê bikin.

    Hevserokê TEVDEMê yê Kantona Kobanîyê li ser projeya sîstema federalîyê û pêwendiyên wan ên bi hêzên navdewletî re destnîşan kir ku Rûsiya, Amerîka û welatên Ewrûpî ne dijî wê sîstemê ne, lewra projeya federalîyê dê bibe çareserîya kêşeyên tevahîya Sûriyê.

    Ehmed Şêxo li ser pêwendiyên bi hêzên navdewletî yên mîna Rûsiya, Amerîka û Ewrûpayê re jî wiha axivî:

    "Em wek TEVDEM ne Rûsiya ne Amerîka û ne jî Ewrûpa bi çavê dijminatî li ti hêza dinyayê nanêrin. Em destê xwe nêzî her kesî dikin. Her kî dixwaze şerê terora navnetewî û zilmê bike em destê xwe didin wan û heger ew gavekê ber me ve bên em dê çar gavan ber wan ve biçin. Lê heger qedera gelê me bikeve bazarê di nav wan hêzan de, ti kesek ji me vê qebûl nake. "
    Hevpeyvîna Sputnîk Kurdistanê ya bi Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) yê Kantona Kobaniyê bi Ehmed Şêxo re:

    Li ser rewşa Kurdên Sûriyê bi giştî hûn dikarin çi agahiyan bi me re parve bikin?

    Piştî ku di sala 2011an de Bihara Gelan derbasî hûndirê Sûriyê bû gelê Kurd jî wekî beşeke gelê Sûriyê xwest ku mafê xwe yên rewa bi dest bixe. Lê belê ev daxwaza Kurdan ji aliyê derdorên naxwazin kurd mafê xwe bistînin ve rastî êrîşên mezin hat. Di serî de jî dewleta Tirkiyê û hevalbendên wê planên gelekî qirêj dane meşandin. Ji êrîşên siyasî bigirin heta êrîşên leşkerî li ser me hatin kirin. Bi taybetî bajarê Kobanîyê rastî êrîşên dijwar hat ku bû mînak ji tevahîya dinyayê re. Rûyê dewleta Tirk li Kobaniyê hat eşkere kirin ku ji deriyê sînor piştgirî dan DAIŞê. Ji bo rawestandina projeya Bakurê Sûrîyê û Rojava wan perwerde dike û dişîne ser me.
    Gelê me di hundirê Rojava de di qonaxên gelekî nazik û hesas de derbas bûye. Bajarê Kobanîyê rastî koçberiyeke giştî hat, tevahiya gel koçber bû. Dema Kobanî hat rizgar kirin ew gel dîsa vegeriya ser axa xwe, ji ber ku gel bi axa xwe ve girêdayî ye.

    Li milê din li bajarê Efrînê wek hûn di nûçeyan de jî dibînin rastî êrîşan tê. Çi ji aliyê artêşa Tirkiyê çi jî ji aliyê hêzên girêdayî wan ve. Efrîn di nav dorpêçkirinê de ye. Herwiha herêma Cizîrê jî di nav dorpêçekê de ye û rastî êrîşan tê.
    Tevî van şertên zehmet û dijwar rêveberîya xweser heta astekê karibû pêwîstiyên gel bi cî bîne. Dema em bala xwe bidin tevahiya Sûriyê cihê herî bi ewle û aram Rojava ye. Sedem jî ew e ku gelê Rojava xwe bi ti hêzekê ve girê neda û şoreşa xwe di hundirê civakê de bi xwe pêk anî. Erê dibe ku rewş niha ne super e, lê dema em bi herêmên din ên Sûriyê re, anku bi Helebê û Reqayê re didin berhev em dikarin bêjin ku rewşa jiyanê li Rojava ji wan gelekî baştir e.
    Lê belê dorpêça heyî ya çi ji aliyê Tirkiyê ve çi ji aliyê Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê aborî ve bandoreke neyînî li ser civakê dike.

    Niha rewşa erdê li Rojava çi ye? Kîjan herêm di bin kontrola we de ne?

    Destpêkê me sîstema xweserîyê li ser erdê danî bû, lê niha ji bo pêşerojê em projeya sîstema federalî ya Bakurê Sûrîyê û Rojava kar dikin.
    Ji herêma Hesekê heta gundewarên başûrê Reqayê bi qasî 50 kîlometran hatiye kontrol kirin. Li hin deveran kêmî 50 km maye, heta bendava Rojava (Bendava Tişrîn) û gundewarên Minbicê ku xwe digihîne herêma Babê pêşveçûn çêdibin. Dewleta Tirkiyê jî bi operasyona Mertala Firatê xwest rê li ber pêşveçûnan bigire. Herwiha herêma Efrînê û herêma Şehbayê jî di bin kontrola me de ye.
    Em hêvî dikin ku li pêşerojê sînor hîn berfirehtir bibin. Cihên ku em kontrol dikin ne sînorên girêdayî qewmîyetekê û aliyekî tenê ye. Em dibêjin, di van sînoran de hemû pêkhateyên di nav federalîya ku em dixwazin de bi hev re qedera xwe tayîn bikin. Bikaribin bi hev re xebata xwe bikin û bi hev re bijîn. Çawa ku bi hezar salan bi hev re jiya ne em dixwazin dîsa tevî hemû taybetmendiyên xwe bi hev re bijîn.

    Rewşa dawî ya sîstema federalî ku hûn pêşniyar dikin di çi astê de ye, amadekariyên we çi ne? Pêkhateyên li hêrema we çiqas tê de beşdar in?

    Ew sîstema ku li Rojava 2011'an ve dom dike, bixwe bingeha sîstema federaliyê bû. Em dixwazin bi vê sîstemê hemû pêkhate bibin xwedî mafên xwe yên çandî û civakî. Em wekî Kurd ku ji van mafan hatine mehrûm kirin jî li her çar parçeyên Kurdistanê em naxwazin ew serpêhatî car din werin dubare kirin û em naxwazin wek zalimên ser xwe bibin zalim.
    Wek mînak, mafê erebên nav me heye ku zarokên wan bi erebî fêr bibin û perwerde bibin. Mafê Tirkmenan heye bi zimanê Tirkmenî perwerde bibin û biaxivin. Wê zimanê Tirkmenî di nav sîstema em dixwazin de bibe zimanekî bingehîn û resmî. Herwiha mafê gelê Kurd jî heye bi zimanê xwe perwerde bibe. Ez van wekî mînak dibêjim. Ji bo parastin û dayîna hemû mafên bawerî û nirxên wan gelan em vê sîstemê dixwazin. Ev sîstema me berevajî nêrîna sîstema yek dewlet, yek al û yek netewî ye.

    Ji bo hûn vê sîstema xwe wek statuyekê bidin qebûl kirin, hêzên navdewletî yên di krîza Sûriyê de beşdar in piştgirîyeke çawa didin we?

    Em xebatên xwe yên dîplomasîyê ji bo nasandina vê projeyê li tevahiya dinyayê dimeşînin. Rûsiya û Amerîka ku xwedî giranî ne di kêşeya Sûriyê de ne dijberên projeya me ne. Bi taybet Rûsiyayê çend caran anî ziman ku ew projeya li ser erdê çêdibe ku were pêkanîn. Herwiha ji alîyê Amerîkayê ve jî ti nêrînê dijberîya vê sîstema me dikin tune ne. Dîsa gelek dewletên Ewropî piştî ku me hevdîtin bi wan re kirin, şandeyên wan hatin li ser erdê ev proje şopandin û encamên vê projeyê bi çavê xwe dîtin. Yanî gotin, çareserîya kêşeya tevahîya Sûriyê di pêkanîna vê projeyê de ye, ne tenê li Rojava divê ev proje li tevahîya Sûriyê pêk bê. Projeya sîstema federalî dibe çareserî ji bo hemû kêşeyan. Mafê her kesê di nav vê civakê de heye ku xwedî li taybetmendiyên xwe derkeve û hemû mafên xwe bi dest bixe.

    Amadekariyên operasyona Reqayê di çi astê de ne? Nîqaşên li ser beşdarbûna Tirkiyê di vê operasyonê de hûn çawa dinirxînin? Gelo Hêzên Kurd bi çi şêweyî beşdar dibin?

    Li gor agahîyên di destê me de, hemû amadekarî ji bo hemleya rizgarkirina Reqayê hatine kirin. Heta ji aliyê Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞê ve çekên pêşketî jî ji bo QSDê hatine şandin da ku beşdarê operasyona rizgarkirina Reqayê bibin. Em texmîn nakin ku di şert û mercên niha de dewleta Tirkiyê bikaribe beşdarî vê operasyonê bibe. Ji ber ku berî niha jî hêzên nav QSDê ragihandibûn ku tenê hêza wan dikare şer bike û li ser erdê serkeftinê bi dest bixe. Li aliyê din heger Tirkiye bixwaze digel QSDê beşdarî vê operasyonê bibe jî ev nabe cihê baweriyê ku îhtimal heye ji pişt ve li QSDê jî bide. Ne QSD dixwaze bi dewleta Tirkiyê beşdarî vê operasyonê bibe, ne jî Tirkiye dixwaze ku gelek caran ev anîye ziman.

    Armanca Tirkiyê ya ji bo beşdarbûna operasyona Reqayê diyar e ku her kes dizane bi çi mebestê dixwaze beşdar bibe. Di dirêjiya 3-4 salên dawî de DAIŞ û Tirkiye bi sînor cîranên hev bûn û digel hev kar dikirin. Wê demê tenê rojekê jî ne alîyê Tirkiyê ne jî yê DAIŞê êrîşî hev nedikirin. Wek Girê Spî (Tel Ebyad), Cerablûs û deverên din bêyî ti kêşe çêbibin cîrantî bi hev re dikirin. Piştî ku DAIŞ ji Girê Spî hat derxistin û Cerablûs jî wek şanoyekê ket destê artêşa Tirkiyê em dibînin ku Tirkiye bi daxwaza beşdarbûna operasyona Reqayê dixwaze careke din êrîşî Kurdan bike. Armanca wan ne DAIŞ e, armanc hêza Kurdan e ku rayedarên Tirkiyê gelek caran vê eşkere dibêjin. Heta niha jî vê li ser erdê pêk tînin. Wek mînak, jixwe êrîşên vê dawiyê yên ser Şehbayê û êrîşên her çend rojan carekê li ser Efrînê têne kirin vê yekê îsbat dike ku dewleta Tirk neku dixwaze dawî li DAIŞê bîne, dixwaze dawî li hêviyên gelê Kurd bîne.

    Rastîya nûçeyên li ser guhertina navê YPGê wek Artêşa Federalî ya Rojava çi ye?

    Piştî ku destûra sîstema federalî hate pejirandin wê demê ji bo hêza leşkerî jî dê navek bê diyar kirin. Yanî piştî destûrê dê nav li wê hêzê bê kirin ku bibe bingeha parastina vê sîstemê. Heger ew hêz çêbibe jî dê ne YPG be, dê ew hêz QSD be ku ne tenê YPG û YPJ hene gelek hêzên din jî di nav de hene. Herwiha alîyên Artêşa Azad a Sûriyê jî di nav wê hêzê de hene. Heta niha navek li wê hêzê nehatiye kirin. Lê em texmîn dikin ku di demên pêş de dema ev sîstem hate damezirandin wê nav li hêza parastina wê jî bê kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Me bi Amerîkayê re lihev kir, PYD dê ji Minbicê vekişe
    Kurtulmuş: Divê PYD bi temamî vegere rojhilatê Firatê
    PYD: "Alaya Amerîkayê nehatiye daxistin û ya Sûriyeyê nehatiye hildan"
    PYD: Rûsya li rêxistinên terorîst dide
    PYD sibe dê kongreya xwe ya Ewropayê li dar xîne
    Etîketan:
    kurd, tevdem, Rusya, QSD, Amerîka, DAIŞ, Ehmed Şêxo, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de