18:29 20 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - Taxa Gorcelîlê

    Sputnik çû wê taxa Mûsilê ku Artêşa Iraqê rizgar kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Artêşa Iraqê îro taxa Gorcelîlê ya ku li têketina Mûsilê de ye ji rêxistina terorîst DAIŞê bi temamî paqij kir. Nûçegihanê Sputnikê ji taxê ragihand ku di şer de 40 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha cara ewile ku ji navenda Mûsilê sivîl koçê Erbîlê kirin.

    Operasyona rizgar kirina bajarê Mûsilê di 17ê Cohmehê de Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dabûn destpêkirin. Di çerçoveya operasyonê de Artêşa Iraqê taxek li navenda Mûsilê ji DAIŞê paqij kirin.

    Ajansa Sputnikê çû taxa Gorcelîlê ku şer û pevçûnên dijwar qewimîn û gelek terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Artêşa Iraqê piştî şere 10 rojan îro di saetên êvarê de taxa stratejîk ji DAIŞê rizgar kirin.

    LI GORCELÎLÊ 40 TERORÎSTÊN DAIŞê HATIN KUŞTIN

    Piştî şer û pevçûnên dijwar piraniya mal û kargehan êdî nayên bikaranîn.

    Di şer de jî 40 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Hate ragihandin ku îro sibê DAIŞê bi wesayîtên bombabarkirî xwestiye êrişî leşkerên Iraqê bikin, lê wesayîtên DAIŞê ji aliyê balafirên şer ên hêzên koalîsyonê ve hatine îmxakirin.

    Piştî ku tax ji DAIŞê hate rizgarkirin welatiyên sivîl bi alayên spî derketin derve û kêfxweşiya xwe dan nîşandan.

    Taxa Gorcelîlê ku welatiyên asûrî, ereb û kurdên Şebek lê dijîn, ji aliyê şaxa antî terora Iraqê ve ji dafik û mayinan tên paqijkirin.

    Taxa Gorcelîlê ku ji rêxistina terorîst DAIŞê hate rizgarkirin
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Taxa Gorcelîlê ku ji rêxistina terorîst DAIŞê hate rizgarkirin

    SIVÎL KOÇÊ ERBÎLÊ KIRIN

    Hate diyarkirin ku Artêşa Iraqê ji taxa Gorcelîlê ber bi nav Mûsilê ve operasyon dane destpêkirin û terorîstên DAIŞê jî berbi navenda Mûsilê ve ji paşve vekişiyane.

    Piştî rizgar kirina taxê cara ewile ku sivîl ji navenda Mûsilê reviyane û berî hatine taxa Gorcelîlê û pîştre jî xwe spartine Hêzên Pêşmerge ya li Erbîlê. Pêşmergeyan jî wan li kampên li derdora bajêr bicih kirine.

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"
    Çavuşoglu: Heke ji hêla Iraqê gef li Tirkiyê bên xwarin wê operasyon çêbibe
    Sererkaniya rûsî: "Hêzên Rûsya û Sûriyeyê ev 24 seet in li Helebê operasyon nekirine"
    Mesut Deger: "Mûsil axa Kurdistanê ye"
    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
    Etîketan:
    DAIŞ, ereb, asûrî, kurdên şebek, pêşmerge, rizgarikirin, tax, Sputnik, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de