01:27 20 Tebax 2017
Zindî
    Mesut Deger

    Mesut Deger: "Mûsil axa Kurdistanê ye"

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 56261

    Nivîskar û Parlamenterê CHPê yê berê ku ji Amedê hatibû hilbijartin û di hilbijartinek de jî ku namzedê AKPê Mesut Deger li ser nîqaşên dawî yên Mûsilê, ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got: "Li gorî nêrîna min Mûsil axa Kurdistanê ye"

    Nivîskar û Parlamenterê CHPê yê berê ku ji Amedê hatibû hilbijartin Mesut Deger derheqê tayînkirina qeyûm, sewkiyata leşkerî ya sînorê Iraqê û guvaşên dawî yên ser çapemeniya Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

    KESÊ KU WERE HILBIJARTIN DIVÊ DÎSA BI HILBIJARTINÊ HERE

    Mesut Deger di nirxandina tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Amedê de got: "Ev qeyûmê ku hatiye tayînkirin demkî ye, li holê îdîayek û niha ev îdîa tê lêkolîn kirin. Li vir pêvajoyeke hiqûqî heye û li gorî encamdayîna hiqûqê dibe paşî ev qeyûm were rakirin. Ji bo min ya herî girîng kesê ku bi hilbijartinê hatibe divê dîsa bi hilbijartinan here."

    MÛSIL PIR GIRÎNG E

    Deger di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ‘armanca sewkiyata leşkerî ya Tirkiyeyê bo sînorê Iraqê çi ye?' bersivand û got: " Wekî tê zanîn hêzên Tirkiyeye demeke dirêj e li Iraqê ne, hem Hêzên Pêşmerge û hem jî hêzên din ji bo operasyona Mûsilê perwerde kirin. Tirkiye di pêşeroşê de ji bo ku li ser maseyê bêje ez jî heme bi îsrar dixwaze tevlî operasyonê bibe, lewra Mûsil pir girîng e. Li Mûsilê tişta herî girîng pêvajoya piştî paqijkirina bajar ji DAIŞê ye. Hejmara şêniyên Mûsilê ji 2 mîlyonan zêdetir e, li wir kurd, ereb, şîe, mesihî dijîn û piştî rizgarkirinê divê hemû neteweyê wir bêyî ku şer û pevçûnekê mezhebi derkeve, divê bikaribin di nava aramî û aştiyê de bijîn û ew der were parastin. Polîtîkaya koçberkirina şêniyên Mûsilê ji bo herkesi xeter û debara wan barekî zêde giran e."

    TIRKIYE JI BO EWLEHIYA XWE DIXWAZE TÊKEVE MÛSILÊ

    Parlamenterê CHPeyî ji bo îsrara Tirkiyeyê ya tevlîbûna operasyona Mûsilê got: "Li gorî baweriya min tu ajandayeke veşartî ya Tirkiyeyê ji bo operasyona Mûsilê tuneye. Wekî min berî jî got tenê dixwaze li ser maseya danûstandinê cih bigire. Herkes ji Tirkiyeyê daxwaza tekoşîna DAIŞê dike û dixwazin têkeve Reqqayê. Ji bo çi ji bo tekoşîna bi DAIŞê re, ma eynî ew DAIŞ li Mûsilê jî tuneye. Iraq û Sûriyey du welatên cîran in û sînorên wan bi Tirkiyeyê re heye, Tirkiye ji bo ewlehiya xwe dixwaze here Mûsilê. Raste di serdema Osmaniyan de bajarên wekî Mûsil û Kerkûkê di nava sînorê Misakî Milli de bû, lê piştî têkçûna Osmanî di serdama Komarî ya Tirkiyeyê tu daxwazeke wiha heta niha nehatiye kirin û ev daxwaz ne tiştekî maqul e jî. Tirkiye ji bo mafê cirantiyê û ji bo rê libergirtina êrişên terorî yên li hemberî Tirkiyeyê dixwaze Mûsilê biparêze û têkeve wir. Ji temamê cihanê hêz li wir heye, herwiha ji bo mafê cîrantî divê Tirkiye jî li wir hebe."

    MÛSIL AXA KURDISTANÊ YE

    Nivîskar û siyasetmedar Mesut Deger di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî baweriya min a şexsî Mûsil axa Kurdistanê ye. Lê li Mûsilê mijarên ku Tirkiyeyê jî eleqedar dikin hene, ketina bajarê Mûsilê, paqijkirina DAIŞê, şerê mezhebî. Divê li wir bêyî ku şerekî neteweyî biqewime bergiriyên ewlehî werin girtin û gelê mûsilî bi zor û zordarî neyê koçberkirin. Yanî divê Mûsil a mûsiliyan be û divê em vê biparêzin. Dibe hetanî çend rojên din Tirkiye tevlî operasyona Reqqayê jî bibe, lê ev tevlîbûn ne ji bo çavberdana axa wê ye ku axa wê bidest bixe. Tirkiye ji bo ewlehiya xwe û parastina sînoran vê daxwazê dike. Her welat sînorê xwe diparêze û Tirkiye jî vî tiştî dike."

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûs: Barzanî dikare Mûsilê bi profesyonelî rizgar bike
    Îdia: Bexdadî li Mûsilê asê bû
    Balafirên Amerîkayê li Mûsilê avahiyeke sivîl bombebaran kirin
    Li Mûsilê tûnelên herî mezin ên DAIŞê hatin dîtin
    Rûsya: Hêzên koalîsyonê di 24 saetên dawî de 21 bombe avêtine Mûsilê
    Etîketan:
    Daxwaza tevlîbûna Tirkiyeyê ya Mûsilê, Parlamenterê CHPê yê berê, Operasyona Mûsilê, Mesut Deger, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de