09:51 18 Tebax 2017
Zindî
    zekerîya yapicioglu-huda par

    Huda Par: Em li dijî qeyûman in

    © Foto: © AA/ Aykut Ünlüpınar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 69201

    Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê, di çarçoveya Biryarnameya hihûmî de (KHK) Qaymeqamê Etimesgutê Cumali Atilla li şûna Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê û Firat Anli wek qeyûm tayîn kir.

    Cumali Atilla vê sibê çûbû avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û dest bi peywira xwe kiribû. Beriya ku Atilla biçe şaredariyê, hemû xebatkarên şaredariyê hatibûn derxistin û polîs di nava şaredariyê de geriyabûn.

    Qaymeqam Cumali Atilla yê ku li şûna Hevşaredar Kişanak û Anli hatibû tayînkirin vê sibê dest bi wezîfeya xwe kir
    © Foto: AA/ Süleyman Umut Gürhan
    Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu got: “Em ji destpêkê ve wek partî li hemberî qeyûman in. Kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin divê dîsa ji aliyê gel ve were guhertin. Meti caran qeyûm qebûl nekirine û em nakin jî.”

    Yapicioglu  axiftina xwe wiha dewam kiriye: “Lê rastiyeke wiha heye. Şaredariyên DBPê ti caran erka xwe bicî neanîne. Hem şaredariyên DBPê û hem jî PKKê her her tişt kiriye ta ku rewş bigihêje vê astê.”

    Ji aliyê din ve, li ser pirsa Serokê Hudar Parê li ser pirsyara  ku eger qeyûmîtî li wan bê pêşniyarkirin, ew dê qebûl bikin yan na?” wiha gotiye:

    “Heta niha pêşniyareke wiha li ser me nehatiye kirin. Heger bê jî em teqez qebûl nakin. Me ji destpêkê ve wek partî ev biryar daye. Em dixwazin serokên şaredariya bi rêyên demokratîk yanî bi dengê gel werin hilbijartin.”

    Bi heman mijarî:

    HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
    Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
    ‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
    ‘’Ji 60 şaredariyên DBPê re qeyûm!’’
    Hikumeta Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Hênê jî kir
    Li Rihayê ji bo 3 şaredariyên din jî qeyûm hatin tayinkirin
    Etîketan:
    tayînkirina qeyûman, qeyûm, Hudar Par, PKK, DBP, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Cumali Atilla, zekerîya yapicioglu, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de