11:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: Kaptan keştiya xwe dibe beravê

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bersiva pirsyarên rojnamevanên dewletên rojavayî da, teqez kir ku ew plan dike heta sala 2021ê erka xwe ya serokatiyê berdewam bike û wiha got: "Tu kaptanê keştiyekê bî, gava firtone radibe, tu yê xwe neavêjî nav avê lê tu yê keştiyê bigihînî beravê."

    Esad li qesra xwe ya li Şamê bersivapirsyarên rojnamevanên brîtanî û amerîkî da û teqez kir ku ew ê 7 salên xwe yên serokatiyê temam bike. Li gorî nûçeya New Yorkerê, Serokê Dewleta Sûriyeyê wiha gotiye: " Tu kaptanê keştiyekê bî, gava firtone radibe, tu yê xwe neavêjî nav avê lê tu yê keştiyê bigihînî beravê."

    "NE EM BÛN, ÊN ÊRÎŞÎ IRAQÊ KIR"

    Herwiha Esad bersiva pirsyara "li Helebê tawanên şerî hatin kirin" da, şerê Iraqê bi bîr anî û wiha got: "Ne em bûn ên ku êrişî Iraqê kir, Amerîka û Brîtanya bûn.

    Serokê Dewleta Sûriyeyê wiha gotiye: "Heta eger hikûmeta Lîbyayê xerabtirîn hikûmet be jî, guhertina hikûmetê, ne peywira me ye, ne ya Amerîkayê ye û ne jî ya welatên din e." û teqez kiriye ku armanca sereke ya Washingtonê ruxandina birêveberiya Şamê ye. Esad wiha jî gotiye: "Amerîka ji bo DAIŞ mezin bibe, her tiştê ji destê wê hat kir. Bi kêmasî ji gava ku hevpeymana dijî DAIŞê damezirand."

    "ÎSLAMÎZASYON, TÊ WATEYA…"

    Ji aliyê din ve, Esad teqezî li ser sekûlerîzmê kir wek mercekî ta ku jiyan li Sûriyeyê asayî bibe û wiha got: "Sekûlerîzm tê wateya azadiya baweriyê. Lê îslamîzasyon tê wateya, baweriya bi 'çi kesê ne wek me, çi kesê wek min nafikire, çi kesê wek min bawer nake' nayê."

    "EM DI KANALÊN CUDA RE BI AMERÎKA Û WELATÊN DIN RE DIYALOGÊ BERDEWAM DIKIN"

    Esad diyar kir ku wî têkiliyên xwe bi dewletên rojavayî re nebirîne. New York Timesê wiha got: "Amerîka jî di nav de, em di rêya hinek kanalên cuda de diyaloga xwe bi hinek dewletên rojavayî re berdewam dikin." û teqez kir ku Sûriye dê ticarî nebe pêlîstoka ti kesî.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li tevahiya Sûriyeyê 8 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin
    'Hevdîtina sererkanên Rûs û Tirk wê ji bo hevkariya li Sûriyeyê bibe piştgirî'
    Patruşev: "Xebatên Rûsyayê bi tenê li Sûriyeyê têrê nakin"
    Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"
    Li Sûriyeyê generalekî Îranî hat kuştin
    Rûsya: "Divê kuştinên sivîl ên koalîsyonê li Iraq û Sûriyeyê werin lêpirsîn"
    Etîketan:
    sekûlerîzm, îslamîzasyon, Beşar Esad, Lîbya, Iraq, Wahsington, amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de