20:29 17 Tebax 2017
Zindî
    Niştîcihên Helebê - Bajarê Helebê - Heleb

    Cîhadîstên li Helebê, pereyan ji sivîlan dixwazin

    © Sputnik/ Michael Alaeddin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Milîtanên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, 150 hezar lîreyên Sûriyeyê anku 280 dolarî dixwazin ji wan sivîlên dixwazin ji bajarê Helebê derkevin.

    "Konseya Leşkerî ya Bilind" ya koalisyona Artêşa Fetihê ku rêxistina Fetih El-Şamê ya, heta berî çend mehan wek El-Nusrayê dihat nasîn, pêşengiya wê dike, broşûr belav kirin ku di wan de wiha hatiye nivîsîn: Haya birêveberiya me baş jê heye ku gelê sivîl gelek êşê ji bombebarankirin û dorpêçkirina leşkerên Artêşa Sûriyeyê dikişîne. Lewra piştî ku me hevdîtin bi birayên xwe re pêk anîn, me biryar da ku kesên ji 14 salan biçûktir û 55 salan mezintir ji bajarî derkevin. Her kesek ji van dê 150 hezar lîreyên sûrî bidin ta ku bikare ji nava bajarî derkeve. Ev pere dê ji bo piştgiriya birayên me yên li eniya şerî bên bikaranîn"

    Ji aliyê din ve, niştîcihên Helebê dibêjin, "ev pere ji bo wan kesên ku nikarin nan û avê peyda bikin, pereyeke gelekî zêde ye".

    Herwiha niştîcihekî Helebê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin wiha gotiye: "Ma eger pereyên mirovan tine be, ev tê wateya ku divê bimirin? Em dixwazin ji vir biçin lê pereyên me têrê nakin ku em sax bimînin."

    "KONAŞENKOV BERTÎLA JI SIVÎLAN TÊ XWESTIN RAGIHANDIBÛ"

    Berî niha jî hatibû ragihandin ku pere tê xwestin ji sivîlên dixwazin ji Helebê derkevin. Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov gotibû ku kesên kariye ji Helebê derkevin diyar kiriye, wan 150 hezar lîreyên Sûriyeyê dane ta bikarin ji wir derkevin.

    Herwiha Konaşenkov ragihandibû ku malbateke helebî neçar mabû milyon 800 hezar lîreyê sûrî peyda bike ji bo endamên malbatê derxîne û di encamê de hemû alavên mala xwe firotibûn.

    Rayedarên rûs ragihandibû ku wan 6 korîdorên mirovî çêkirine ta ku niştîcihên Helebê ji herêmên rojhilatî derkevin. Ew korîdor ji orta meha Cotmehê ve vekirî ne lê milîtan nahêlin xelkê sivîl derkevin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
    SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    korîdorên mirovî, Fetih El-Şamê, El-Nusra, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de