02:15 24 Tebax 2017
Zindî
    Korkut Ozal

    Korkut Ozal wefat kir

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Birayê Serokomarê berê Turgut Ozal û wezîrê berê yê Tirkiyê Korkut Ozal wefat kir.

    Korkut Ozal di 87 saliya xwe de, îro beyaniyê li demjimêr 04.40'an li mala xwe ya Stenbolê bi hinceta têkçûna sîstema henaseyê jiyana xwe dest da.

    Meytê Korkut Ozal dê roja Înîyê piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Fatîhê li Goristana Topkapi ya Stenbolê bê veşartin.

    KORKUT OZAL KÎ YE?

    Korkut Ozal 29ê Gulana 1929an li bajarê Meletîyê ji dayik bû û li salên 1956-1957an piştî temamkirina perwerdehiya xwe ya li Zanîngeha Îstanbul Teknîk (ITU) li Amerîkayê perwerdehiya pisporîyê wergirtiye. Korkut Ozalê ku li sala 1965an erka Profesoriyê wergirtiye di sala 1973yan de di Partiya Millî Selametê de dest bi siyasetê kir û di sala 1977an de bû parlamenter.

    Ozal paşê di sala 1995an de di partiya birayê xwe Turgut Ozal ANAPê de wek parlamanter hat hilbijartin. Korkut Ozal piştî karvekêşana xwe ya ANAPê ji sala 1997an heta 2001ê di Partiya Demokrat de siyaset kir.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Ozal: "Dibe FETO bavê min jahrî kiribe"
    Etîketan:
    Wefat, Turgut Ozal, Korkut Ozal, Korkut Ozal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de