02:36 17 Tebax 2017
Zindî
    İrfan Abdulselam Muhamed

    Fermandarê Heşdî Şebî: "Amerîka ji bo berjewendiya xwe DAIŞê bombebaran dike"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Fermandarê Heşdî Şebî yê tirkmen İrfan Absulselam Muhamed ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku emê kêfxweş bibin Rûsya bi hikûmeta Iraqê re li hev bike û em tev de tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê bikin.

    Hikmet Durgun

    Fermandarê Heşdî Şebî yê tirkmen İrfan Absulselam Muhamed ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku emê kêfxweş bibin Rûsya bi hikûmeta Iraqê re li hev bike û em tev de tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê bikin. Herewiha Amerîka ne ji bo xêra gelê Iraqê, ji bo berjewendiyên xwe DAIŞê bombebaran dike.

    EM ÎŞKENCÊ LI KESÎ NAKIN

    İrfan Abdulselam Muhamed di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Ez Cîgirê Fermandarê Hêzên Tirkmen ê Heşdî Şebî me. Di nava rêxistinê de tirkmen pir û bi hêz in. Li Kerkûk û Tuzxurmatuyê derdora 2 hezar û 500 milîsên me hene. Me li herêma Kerkûkê jî tekoşîneke bi hêz li hemberî DAIŞê da. Em ji bo heq û însanên mezlum şer dikin. Di nava Heşdî Şebî de sunî, kurd, xrîstiyan gelek beş hene. Temaşe bikin herêma Felluce, Rûmadî û Tikrîtê sunî ne, lê me li wir jî şer kir û kuştî dan. Ne raste ku dibêjin Heşdî Şebî îşkence û mûameleyên tund li suniyan dike."

    Muhamed li hemberî pirsa ku Tirkiye ji bo tirkmenan dixwaze mûdaxeleya Iraqê bike bersivand û got: "Tirkiye tucarî xwedîtî li tirkmenên Iraqê nekiriye. Dema ku DAIŞê êrişî Telafer û cihên din ên tirkmenan kir li kur bû. Tirkmen rastî qetlîamên DAIŞê hatin, mal, can û bajarê wan hatin dagirkirin. Wê demê Tirkiye ew ne parastin niha dixwaze wan biparêze, ev derew e. Tirkiye li pey polîtîkayên şaş e. Bêyî biryara hikûmeta Iraqê nabe ku tu hêz li Iraqê hebe."

    STANDINA TELAFERÊ WÊ RIZGARKIRINA MÛSILÊ HÊSAN BIKE

    Fermandarê Heşdî Şebî di berdewamiya axaftina xwe de operasyona Telaferê nirxand û got: "Operasona Telaferê bi awayekî serkeftî berdewam e, heta niha gelek gundên derdora bajêr hatin rizgarkirin û niha jî em dixwazin navenda bajêr rizgar bikin ku rêya rêxistina terorîst a DAIŞê bi ser Sûriyeyê ve bibirin. Hikûmeta Iraqê jî vî tiştî dixwaze. Dema ku Telafer hatin standin wê demê rizgarkirina Mûsilê jî hêsan dibe."

    İrfan Abdulselam Muhammed di dawiya axaftina xwe de got: "Rûsya, li Sûriyeyê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşîneke baş dimeşîne. Heke Rûsya bikaribe bi hikûmeta navendî ya Iraqê re li hev bike û tekoşîna DAIŞê bimeşîne emê kêfxweş bibin. Kî dibe bila bibe bi biryara hikûmetê were şerê DAIŞê bike em kêfxweş dibin."

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şebî kete davika DAIŞê: 45 kuştî û birîndar
    Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"
    Amerîka: Em piştgiriya Heşdî Şebî nakin
    Sunî: "Heşdî Şebî bi tohmeta endamtiya DAIŞê me dikujin
    Heşdî Şeibî: Dibe em neçar bimînin, têkevin Sûriyeyê
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Rêxistina Heşdî Şabî, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, İrfan Absulselam Muhamed, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de